Bersûc Apro Dîrîl ê girtî hat tahliyekirin

  • 14:56 3 Sibat 2023
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Di doza Şimonî Dîrîl de li gel ku şahid got, “Şimonî avêtine avê û Hurmuz jî xistine binê erdê” jî dadgehê bi şertê “hefsa malê” biryara berdana bersûc Aprol Dîrîl ê girît da. 
 
Li gundê Merhî yê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve di 11’ê çileya 2020’an de Hurmuz Dîrîl (71) û Şimonî Dîrîl (65) ên hevjînên hev hatibûn windakirin. Piştî windakirinê bi 70 rojan cenazeyê Şimonî Dîrîl hat dîtin. Têkildarî bûyerê derbarê Apro Dîrîl, Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz de ji tawanbariya “kuştina bi eziyet û hovane” û “kuştina plankirî” doz hat vekirin. Danişîna 5’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Bersûcê ku bi tenê girtî ye Aprol Dîrîl, muştekî û parêzer tevli danişînê bûn. 
 
Emîn Aslan ê girtî wek şahidê bûyerê hat guhdarîkirin. Emîn Aslan da zanîn ku Apro Dîrîl jê re gotiye, “Me Şimonî û Hurmuz kuşt. Piştre jî me Şimonî avêt avê û Hurmuz jî xist binê erdê.” 
 
Apro Dîrîl jî axivî û îdia kir ku tişta şahid vedibêje derew e û ji ber ku wan nîqaş kiriye derewan lê dike.
 
Dozger xwest ji ber ku dê bersûc bireve bila biryara dewama girtina wî bê dayîn û darizandin. 
 
Ji parêzerên dosyeyê Rojhat Dîlsîz jî diyar kir ku ji destpêka lêpirsînê ve bi awayek silamet doz nayê birêvebirin û tiştên ku şahid vedibêje li gorî tiştên di dosyeyê de ne û xwest bersûc girtî bê darizandin. 
 
Bûyerê berovajî dikin? 
 
Parêzerê bersûc jî îdia kir ku ji ber malbata Dîrîl û parêzerên xwe ji çapemeniyê re axivîne sûc kirine û bûyerê berovajî dikin. Karakaş îdia kir ku miwekîlî wî “bêtawan” li girtîgehê tê ragirtin. 
 
Hat tahliyekirin
 
Piştî parastinan heyeta dadgehê, bersûcê girtî Apro Dîrîl bi şertê “hefsa malê” berda û danişînê taloqî 23’ê gulanê kir. 
 
Piştî danişînê malbata Dîrîl bertek nîşanî biryarê da û di navbera malbatan de rageşî qewimî. 
 
Parêzerê doza Şimonî Dîrîl, Rojhat Dîlsîz li ber edliyeyê axivî û biryara tehliyeyê carek din wîjdanên wan êşandiye û ew ê li ber biryarê îtîraz bikin.