Kujerê Sakîneyê: Ez xizmeta dewleta xwe dikim

  • 13:48 3 Sibat 2023
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Danişîna ewil a doza ku Îbrahîm Barkin jê ji ber Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetîl kir tê darizandin  li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Bersûc bi gotinên ku çiqas nêzî dewletê ye xwe parast û got, "Ez xizmeta dewleta xwe dikim." 
 
Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di 14’ê Gulana 2022'yan de Sakîne Kultur (40) bi rêbaza îşkenceyê hatibû qetilkirin, cenazeyê wê li ser rêya newala Bêspinê ya girêdayî bajarokê Tilqebînê ji hêla ajokarekî kamyonê ve hatibû dîtin. Di lêpirsîna ku derbarê kuştina Sakine de hatibû kirin de wekî gumanbar Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin di 15’ê Gulanê de hatibû girtin.
 
Danişîna ewil a doza ku bersûc Îbrahîm Barkin jê tê darizandin îro li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hate dîtin. Bersûc Îbrahîm Barkin bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. 
 
Malbata Sakînê, Baroya Şirnexê, Baroya Amedê, Komeleya Hîqûqnasên ji bo Azadiyê( OHD) ya Şaxa Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan( HDP) ya Şirnexê Sabuha Akdag, Hevşaredara HDP’yî ya Silopî Adalet Fîdan, endam û rêveberên navçeyan ên HDP’ê jî tevli daneşînê bûn. Her wiha Baroya Amedê, OHD, Baroya Êlîhê, Baroya Stenbol, Baroya Sêrtê, Baroya Dîlok, Baroya Semsûrê daxwaza tevlîbûna danişînê kirin. Lê daxwazên wan hatin redkirin.
 
Sakîneyê sûcdar kir
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan danişîn bi îfadeyên bersûc dest pê kir. Bersûc di îfsdeya xwe de Sakînêyê  sûcdar kir û bi gotinên, “Ez xîzmeta dewleta xwe dikim. Ji bo ku xwe biparêzim ligel xwe kêr dihewand. Bi leşker û polîsan re têkiliyên min xurt e. Hemû kes dizane ku têkiliya min bi emnîyet û jendirmeyan re heye.” xwe parast
 
Piştî axaftina Bersûc birayê Sakîne E. K, hate guhdar kirin. Erhan, diyar kir ku xwişka wî bi hovîtiyeke mezin hatiye qetilkirin û xwest bersûc bi cazeyê herî giran were cezakirin. 
 
‘Qetilkirina Sakîneyê hatiye plankirin’
 
Danişîn bi axaftina parezera malbata Sakîne Gulcîhan Tokay berdewam kir. Gulcîhan destnîşan kir ku bersûc qetilkirina Sakîneyê plan kiriye û got:" “Îfadeya Îbrahîm Barkin hatiye guhertin. Di warê qetilkirina Sakîneyê ya ji aliyê bersûc Îbarhîm Barkin ve delîlên ku bûyerê piştrast dikin hene. Bersûc hewil dide ku ji sûcê kiriye xwe xilas bike û cezayê ku lê bê birîn kêm bike.”
 
Ji 11 şahidan ên ku hatin gundarkirin jî  gotin ku wan  li ser rê cenazeyek dîtine û bang li jendirmeyan kirine.
 
Kurê Sakîneyê  ku yek ji wan şahidan e jî axivî û got: “Diya min gelek caran ji bo lêgerenina avahiyê ji mal derdiket. Roja ku winda bû got ez diçim nexweşxaneyê û êdî nehat malê. Piştî ku nehat malê ez tirsiyam. Lê min agahî neda kesekî.”
 
Doz hate taloq kirin
 
Piştî guhdarkirina şahîdan Şandeya Dadgeh biryara xwe aşkere kir. Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Îbarhîm Barkin dewam bike, ji bo begeyên di dosyayê de bên temakirin û şahîdên nû werin guhdarkirin jî doz taloqî 14’ê Adarê hat kirin.