Di doza Onur Gencer de hinceta biryarê hat diyarkirin

  • 13:38 3 Sibat 2023
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Hinceta biryarê ya doza Onur Gencer ê ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz qetil kir hat eşkerekirin.
 
Hinceta biryara doza der barê Onur Gencer ê ku li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê êrîşa çekdarî pêk anî û Denîz Poyraz qetil kir, hat eşkerekirin.
 
Di doza ku di 27'ê Kanûna 2022'yan de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin de, ji bo sûcdar Onur Gencer ji sûcên " kuştina bi plankirî û bi qestî " cezayê muebetê, "Binpêkirina parêzbendiya avahî", "zerardayîna mal û milk" û "muxalefeta qanûna çeka bi gule” bi giştî 9 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn.
 
Di hinceta biryarê de ku hat diyarkirin tu gotin û tevgerên ku Onur Gencer ên bibe sedema poşmanbûnê tune ye, hat diyarkirin ku tu nêrîneke erênî nîn e ku sûcdar li gorî meyla xwe ya sûc û kesayeta xwe di pêşerojê de xwe ji sûcê xwe dûr bixe.