Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê dewam dike

  • 12:15 3 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan di 1’ê Sibatê de hatibû destpêkirin bi koma 2’yemîn berdewam dike. Çalakvanan gotin:"Em bang li gelê Kurd dikin ku di vê pêvajoyê de li doza Kurd û Rêbertî ya xwe xwedî derkevin."
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 1’ê Sibatê de hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma nû didome. Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo tevahî cangoriyên tevgera azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma destpêkê Sadiq Nêrwehî têkildarî armanca çalakiya greva birçîbûnê axivî.
 
Sadiq Nêrwehî di destpêka axaftina xwe de tecrîd û îşkençeya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Beriya 24 salan Rêbertiya me bi kompolyek nevdewletî hat dîlgirtin. Ji wê rojê heta niha Rêbertî di bin tecrîdek girankirî de ye. Wek gelê Mexmûrê ji bo têkbirina tecrîda girankirî ev du meh bû me çalakiya nobetê dabû destpêkirin, me çalakiya xwe guherand çalakiya greva birçîbûnê. Em bang li gelê Kurd dikin ku di vê pêvajoyê de li doza Kurd û Rêbertî ya xwe xwedî derkevin. Çi tê xwestin divê îro were kirin, sibehê direng e. Em ji koma nû re serkeftinê dixwazin.”
 
Piştî axaftina Sadiq Nêrwehî koma 1'emîn çalakî dewrî koma 2’yemîn kir.
 
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.