Serhildana 'Jin jiyan azadî' dewam dike

  • 12:09 3 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir tevî zext û zordestiyan dewam dike. 
 
Xwepêşandan, serhildan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 4 meh zêdetir in berdewam dikin. Li gel vê gef û êrişên hêzên dewleta Îranê yên li ser xwepêşanderan berdewam e ku ji bo bêdengkirina xwepêşandanan hewayek tund a leşkerî li ser hinek bajarên Belucistanê heye.
 
Li beramberî îradeya Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêzên dewleta Îranê bi hemû rê û rêbazên herî tund êrişî xwepêşander û beşên din ên civakê yên ku piştgiriya xwepêşandanan dikin, dike. Her wiha bi kuştin, qetilkirin, cezayên darvekirinê, girtin, îşkence û gulebaranên raste rast dixwaze îradeya gel bişkîne.
 
Her înî, wek hemû îniyên di nava 4 mehên borî de, li parêzgehên Sistan û Belucistanê bi taybet li bajarê Zahîdanê xwepêşandanên mezin tên lidarxistin. Hêzên dewleta Îranê ji bo dawîanîna xwepêşandanan hêzek mezin a leşkerî li parêzgeha Belucistanê bi cih kiriye. Duh li ser asîmanê bajarê Zahîdanê helîkopter digeriyan.
 
Li gorî melayê Mizgefta Mekî ya Zahîdanê Mewlewî Ebdulhemîd ragihandî, li Zahîdan herî kêm 15 xalên kontrolê hatine danîn.
 
Duh li bajarê din ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên nerazîbûnê bi awayên cur be cur berdewam bûn.
 
Tevî berdewambûna xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, zext û êrişên hêzên desthilatiyê jî li dijî xwepêşanderan berdewam e. Li gel binçavkirina hejmarek din a xwepêşanderan, cezayê girtîgehê li ser hinek xwepêşanderên girtî de hat birîn.
 
Di çarçoveya dijî binçavkirin û girtina çalakvanan de, duh 500 kesayetên akademîsyen bi nameyekê li dijî pejirandina 9 sal cezayê girtîgehê li ser civaknasê nav û deng ê Îranê Seîd Medenî de, nerazîbûn nîşandan. Seîd Medenî bi tometa ku tezek li ser Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nivîsiye û propagandaya li dijî desthilatiyê kiriye, hatiye girtin û 9 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
 
Wezîrê Navxweyî yê Îranê Ehmed Wehîdî di derbarê belavbûna pêla xwepêşandanan de axivî û destnîşan kir ku ne li dijî xwepêşandanên guncav in, pêwîst e çalakvan di çarçoveya yasaya desthilatiyê de xwepêşdanan bike.
 
Ji beriya demekê hinek rêxistin û komên cuda ji bo lidarxistina xwepêşandan û çalakiyan serlêdan kiribûn, lê Wezareta Navxweyî ya Îranê ev yek red kiribû.
 
Di heman demê de ne tenê ji ber beşdarbûna xwepêşandanan, her wiha gelek rojnamevanên ku nûçeyên xwepêşandanan çêkirin û gelek kesên ku di torên medyaya dîjîtal de di derbarê xwepêşandanan de gotar belav kirin, hatine binçavkirin û cezayên girtîgehê lê hatine birîn.
 
Cîgirê Serdozgerê Giştî yê bajarê Qûmê Ebulfazil Tehrîrî di derbarê heman mijarê de ragihand ku ecibandin û gotarên li ser torên medyaya dîjîtal berpirsyariya yasayî heye ku bi ecibandinên gotarên ne guncav an nivîsandina gotarekê, welatî dikarin bên darizandin.
 
Li gel xwepêşandan û çalakiyên li welat, li derveyî welat jî piştgiriya ji bo xwepêşandanan her ku diçe zêde dibe. Duh di heman çarçoveyê de li bajarê Venedîk ê Îtalyayê û li bajarê Oslo yê Norwecê çalakî hatin lidarxistin.