Girtiya nexweş Ayfer Ayçîçek li dijî tecrîdê li berxwe dide

  • 09:04 3 Sibat 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Girtiya nexweşa giran Ayfer Ayçîçek a 15 sal in girtiye û bi gelek binpêkirinên mafan, îşkence û û pêkanînên tecrîdê re hatiye rû hev, hêza ku ji hevalên xwe digire têkoşîna jiyanê dide.
 
Ayfer Ayçîçek di 2007’an de li Edeneyê hat binçavkirin û girtin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yek ji girtiyên nexweş a giran a girtiyên li girtîgeha Marmarayê ye. Ayfer ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat darizandin û 22 sal û 11 meh ceza girt, niha li girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Gebzeyê girtiye. Di pêvajoya girtinê de gelek binpêkirin, destdirêjî û îşkence li Ayferê hatin kirin. Dema nû hat girtin 8 mehan di hucreya yek kesî de girtin û piştre jî surgunê gelek girtîgehan hat kirin. Li her girtîgehê jî pêkanînên cuda lê hatin kirin.
 
‘Doz lê hat vekirin’
 
Ayferê di şertên girtîgehê de nerehetiyên psîkolojîk jiya. Der barê Ayferê de ku dema li girtîgeha Alanyayê dima bi sûcdariya ‘zirar daye malê cemaweriyê’ doz lê hat vekirin. Ayferê ji ber binpêkirinên li girtîgehan, ku pirsgirêkên tenduristiyê pê re peyda bûn nikaribû îtîraz bike û cezayê Ayferê di vê pêvajoyê de teqez bû. Piştre surgunê girtîgeha Jinan a Gebzeyê hat kirin. Ayfer meh û nîvekê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sînîr û Tenduristiya Ruh a Bakirkoyê hat dermankirin. Li wir jî gelek zextên psîkolojîk û îşkence lê hat kirin. Ayfer ku neçar e dermanên xwe demek din jî bi kar bîne niha bi piştgiriya hevalên xwe yên qawişê moral û motîvasyona xwe diparêze.
 
Piştî nûçeya me derman danê
 
Ayferê 14 sal in girtiye 4 sal in bi rêk û pêk bi antîdepresanan re çar dermanên din ên giran bi kar tîne. Ayferê di Tîrmeha 2022’yan de ji ajansa me re ragihandibû memûrên girtîgehê ferz kirine ku li ber çavê wan derman vexwin. Ayferê diyar kiribû ji ber ev pêkanîn qebûl nekiriye derman nedanê û îşkenceya psîkolojîk lê hatiye kirin. Her wiha gotibû ji ber vê jî du meh cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Piştî nûçeya me zextên rayagiştî ava bû û Ayferê gotibû piştî vê dermanên wê hatine dayîn.
 
Di bernameya televîzyonê de hedef hat nîşandan
 
Ayferê her wiha ji ajansa me re ragihandibû ku di bernameyeke televîzyonê ya bi navê TRT Worl de navê wê aşkera hatiye dayîn û hedef hatiye nîşandan, îşkence û tundiya psîkolojîk lê hatiye kirin. Ayferê ji bo ku bername bê rakirin ji wezareta dadê re name nivisî û di bersiva  hat dayîn de jî tespît hat xwestin.
 
Ji ATK’ê bawer nekir
 
Li aliyê din Ayfer ku 15 sal in girtiye diyar kir ku ji ber  Saziya Tipa Edlî (ATK) raporên adîlane nade qet serlêdan nekiriye.
 
‘Em dest ji nirxên xwe bernadin’
 
Ayferê di 26’ê Mijdara 2021’ê de ji ajansa me re peyam şand û got: “Di şexsê girtiyên nexweş de li ser navê hemû girtiyên jin ji bo hestiyariya we JINNEWS’ê spas dikim. Hûn dengê me didin bihîstin û dibin dengê me. Em ê nirxên xwe yên pê bawer dikin bidomînin, dixwaze bila me qebûl bikin dixwaze nekin. Heta dikarin bila tecrîda giran pêk bînin. Em dest ji rastiyan bernadin.”
 
Di têkoşîna jiyanê de bi biryar e
 
Ayferê tevî hemû şert û mercên giran ên girtîgehê tevî bandora mezin a dermanan a li ser bedena wê, bi piştgiriya hevalên xwe bi hêza ku ji hevalên xwe digire têkoşîna xwe ya jiyanê didomîne.