ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN

  • 09:00 3 Sibat 2023
  • Rojev
 
*Ciwanên ji hewcedariyên demê re li bersivan digeriyan, di esasê de ev lêgerîna wan a jiyana rast bû. Encamên wê di her qada jiyanê de guherîn û pêşketin bixwe re anî. Îro ya di Şoreşa Rojava de pêk hatiye jî ruhê wê demê yê form qezenc kiriye. Şoreşa Rojava israra di sosyalîzmê de ye israra di mirovbûnê de ye. Vê israrê li her çar aliyê cîhanê bi rihê enternasyonal ên ciwanan, xwedîderketina li Şoreşa Rojava aniye. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Sîbel Edîz diyar kir ku li gelek herêmên Botanê talankirina xwezayê dewam dike, niha dixwazin darên gundê Bîlîga bibirin û bi gotina "Xweza jiyana me ye" banga parastinê kir. DÎMEN HEYE
 
*KCD, DBP, HDP û MED TUHAD-FED li dijî komploya navneteweyî û tecrîda Îmraliyê dimeşin. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy têkildarî meşa wê were lidarxistin  nirxandin kir û got: “Em bi hêz in û em dikarin hemû êrişan vala derxin. Çawa komplo vale hat derxistin îro dora têkbirina tecrîdê ye.” DÎMEN HEYE
 
*Ji KBG’ê Nazli Andan diyar kir ku KBG bi dirûşma ‘serhildana jinan wê biguherîne’ wê Foruma Jinan a Stenbolê pêk bîne û got di forumê de wê nexşerêya dema nû bê diyarkirin. DÎMEN HEYE
 
*Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr destnîşan kir ku israrkirina di tecrîdê de biryarek sîyasî ye û got: “Tcrîd jî encax bi biryarek sîyasî dikare were şikandin. Çareseriya şikandina tecrîdê û pirsgirêka gelê Kurd ji meclîsê derbas dibe. Sîyaseta ku li Îmraliyê pêk tînin dixwazin li her qadên civakê pêk bînin.” DÎMEN HEYE
 
*Girtiya nexweşa giran Ayfer Ayçîçek a 15 sal in girtiye û bi gelek binpêkirinên mafan, îşkence û û pêkanînên tecrîdê re hatiye rû hev, hêza ku ji hevalên xwe digire têkoşîna jiyanê dide.
 
*Danişîna ewil a Îbrahîm Barkin ê Sakîne Kultur qetil kir dê li 2’emîn Cezayê Giran a Cizîrê were dîtin. (09.00)
 
*4'emîn danişîna doza windakirina malbata Dîrîl ku Apro Diril wek bersûc tê darizandin dê li 1’emîn Cezayê Giran a li Şirnexê were dîtin.(10.00)