Der barê jinên ku li dijî tundiyê meşiyan lêpirsin

  • 20:11 2 Sibat 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê der barê jinên ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de meşiyabûn lêpirsin hat destpêkirin. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji jinên ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de meşekê li dar xistin, herî kêm der barê 7 jinan de bi îdiaya ‘muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan’ lêpirsîn hat destpêkirin. Rêveberên bajêr û navçeyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) di nav de cih digirin.   
 
Jinên der barê wan de lêpirsin hatiye destpêkirin wihane: Evîn Erden, Zîlan Ecevît, Guler Tûnç, Berîvan Kutlu, Asûman Kulter, Songul Erden û Zarîfe Borak.