Der barê Nulîfer Elîk û Gulîtsan Oncu de cezayê girtîgehê

  • 19:21 2 Sibat 2023
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
 
Rûniştina biryarê ya doza Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu ku piştî erkên wan ji aliyê Wezareta Karên Hundir ê Tirkiyeyê ve hatibû desteserkirin, hatibûn girtin li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate dîtin. Hevşaredar beşdarî rûniştinê nebûn, lê parêzerên wan amade bûn.
 
Di rûniştinê de piştî xwendina belgeyan, dozger daxwaza cezakirina hevşaredaran kir. Parêzer Azad Yildirim li dijî mutalayê mafê axaftinê girt.
 
Piştre, Parêzer Erdal Kuzu parastin kir û diyar kir ku piranî delîlên di îdianameyê de bi belgeyan vala derxistine.
 
Parêzer Necat Çiray jî gotina Wezîrê Hitler ê Propagandayê Gobbels, “Derewek çiqasî mezin be, ewqas bi bawertir e” bi bîr xist û got, “Hemû îdiayên di dosyayê de derew in.”
 
Parêzer Ferhat Îbrahîmoglu destnîşan kir ku lêpirsîn bi temamî li dijî HDP’ê hatiye destpêkirin û diyar kir ku dadegehê li gel parastin û daxwazên wan jî heta niha tu gav neavêtiye.
 
Parêzer Şeyhmûs Taşkin jî xwest ku Gulîstan Oncu were berdan.  
 
Cezayê girtîgehê hat birin
 
Şandeya Dadgehê der barê Nulîferê  de doza ku di sala 2011’an de hatibû vekirin û bi dosyayê re hat girêdan de biryara beraetê da. Dadgehê, di dosyaya sereke de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Nîlufer û Gulîstanê birî û biryara berdewamkirina qedexeya derketina derve da.