Rûniştina Çaglar Demirel hat taloqkirin

  • 14:20 2 Sibat 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Di rûniştina Serokwekîla HDP'ê ya berê Çaglar Demirel de şandeya dadgehê daxwazên parêzer qebûl kir û rûniştin taloq kir.  
 
Rûniştina doza Serokwekîla HDP'ê ya berê Çaglar Demirel bi iddiaya "Heqareta li serokomar" jê dihat darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Parêzerê Çaglarê Serdar Çelebî li rûniştinê amade bû. 
 
Parêzerê Çaglarê da zanîn ku divê Çaglarê demildest bê beratkirin. Meqama iddiayê jî daxwaz kir kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. 
 
Di rûniştina Serokwekîla HDP'ê ya berê Çaglar Demirel de şandeya dadgehê daxwazên parêzer qebûl kir û rûniştin taloq kir.  
 
Rûniştin taloqî 23'yê Gulanê hat kirin.