Serhildana 'Jin jiyan azadî' dewam dike

  • 11:52 2 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Raperîna li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî dest pê kir û veguherî serhildanê bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" dewam dike.   
 
Li gel destpêkirina merasîmên 10 rojî yên salvegera Şoreşa 1979’an, xwepêşandan û çalakiyên li dijî desthilatê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam in. Her wiha her ku diçe li qada navneteweyî piştgiriya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berfirehtir dibe.
 
Her sal Komara Îslamî di navbera 1-11’ê Sibatê de salvegera serkeftina Şoreşa 1979’an ku wek şoreşa îslamî pênase dike, bi bîr tîne. Salvegera îsal hemwextê mezintirîn û berfirehtirîn pêla xwepêşandana di nava 44 salên desthilata Komarê Îslamê de ye.
 
Duh di heman demê merasîmên 10 rojî yên Şoreşa 1979’an de, li bajarê Abdanan ê parêzgeha Îlamê, ciwan carek din daketin kolanan û dirûşmên li dijî desthilatiyê berz kirin. Ciwanên Kurd ên li Abdanan, li maydana bajêr peykerek ê Besicî şewitandin û bi temamî xira kirin.
 
Di heman demê de duh bi şev li Tebrîz jî kuleyek a ragihandinê ku ji aliyê qenalek fermî ya dewletê ve dihat bikaranîn, ji aliyê ciwanan ve hat şewitandin.
 
Her wiha li gel berdewambûna xwepêşandanan, girtin, revandin û windakirinên ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve jî berdewam in. Duh bi dehan kes li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin binçavkirin.
 
Li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo 3 xwepêşanderên bi navê ‘Erşiya Berzîn, Kiyanuş Ezemî û Parsa Kerîmî’ bi giştî 58 meh cezayê girtîgehê û 222 qamçe lê hatin birîn.
 
Di çarçoveya nerazîbûnên li dijî girtin û zexta li ser beşên cuda cuda yên civakê, duh Sendîkaya Azadiya Karkeran girtin, cezakirin û derxistina hejmarek mamostayên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê şermezar kirin. Her wiha destnîşankirin ku Wezareta Perwerdeyê bi şêweyên cuda cuda zextên li ser mamostayan zêde kiriye.
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hikûmet di heman demê de zextê li mamostayan, xwendekaran, karkeran û beşên din ên civakê dike û wiha hat gotin: “Ji bo çareserkirina beşek biçûk ê krîza darayî û kêmkirina qeyranên kombûyî, tu gavek biçûk jî navêje, tenê tişta ku di xema wê de talankirina malên welat e.”
 
Li ser asta derveyî welat jî piştgiriya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ her ku diçe zêdetir dibe. Duh bi nameyekê 470 kesan ku hejmarek kesên ku xelata Nobelê girtin jî di nav de bûn, bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo parastina xwepêşanderên Îranê bi her awayî hewl bidin.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca xwepêşanderên li Îranê redkirina desthilata tund a olî ye, dirûşma wan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye û daxwazek wan heye ew jî azadî ye û wiha hat domandin: “Serkeftina van xwepêşandanan tê wateya dawîbûna desthilatiya dijminê jinan û ev jî ji bo cîhanê xalek zivirînê ya mezin e.
 
Xwepêşdandanên ku ji meha Îlona 2022’yan ve berdewam in, qedera Komara Îslamî di 45'emîn salvegera wê de vegerandine pêvajoya ber bi dawî hatinê ve.