TAJÊ: Li hember lîstokan şiyar bin

  • 11:39 2 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ ya ku têkildarî "Operasyona Tolhildanê" ya YBŞ'ê ya li dijî sîxurên MÎT'ê û PDK'ê daxuyanî weşand wiha got:"Eger ne bi alîkariya xayin û xwefiroşan be nikarin êrîşê bikin. Pêwîst e vê rastiyê her kes bizanibe. Lewma erka her kesî ku li hember van lîstokan şiyar bin û eger gumanên bi hinek kesan heye zûtirîn dem bên gotin."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî "Operasyona Tolhildanê" ya YBŞ'ê ya li dijî sîxurên MÎT'ê û PDK'ê daxuyaniyek weşand.
 
Di destpêka daxuyaniyê de Cejna Çileyê Zivistanê li civaka Êzidî hate pîrozkirin û hate gotin, "Hêvî dikin ku cejn bibe wesîleya avabûna tifaqa civaka me, bibe cejna aştî, wekhevî û azadiya civaka me û hemû civakan."
 
Di daxuyaniyê de işaret bi 'Operasyona Tolhildanê' ya YBŞ'ê hate kirin ku dema dawî li hemberî sîxurên Rêxistina Îstîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) û PDK'ê yên li Şengalê hate destpêkirin.
 
Di daxuyaniya TAJÊ de hate gotin, "Di vê operasyonê de sîxurên MÎT û PDK’ê hatine girtin. Hate diyarkirin ku ev kesanA destê wan di gelek êrîşên li ser pêşengên civaka me, hevrêyên me, şervanên me, dostên me û sazî û avahiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê de heye. Ji wan avahiyan jî êrîşa li ser Meclîsa Gel a Xanasorê û Sinûnê heye."
 
Bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) spasiya hêzên YBŞ'ê hate kirin û hate gotin, "Em destxweşiya wan dikin, ku bi şev û roj di xizmeta civaka me de ne û parastin, ewlehiya Şengalê dikin. Me berê jî aniye ziman ku em her li pişta hêzên xwe ne û piştevaniya  wan in û em ê ji vir û şûnde jî her wiha bin."
 
Daxuyaniya TAJÊ wiha dewam kir:
 
"Di dîrokê de tê zanîn ku civaka me ya Êzidî bi exlaq, çand ziman û yekîtiya xwe tê naskirin. Êzidiyan tu carî xiyanet li civaka xwe nekirine û tu carî jî zerar nedane kesên li derdora xwe. Lewma ev sîxurên ku di nava civaka me de rû dane ne di pîvanên baweriya me ya Êzidyatiyê de ne. Ji ber vê em wan weke Êzidî hesab nakin û ji baweriya me derketine. Kesên ku wijdanê wan bi civaka xwe ve neêşe, kesên ku pêşengên xwe dikin hedef û alîkariya dijminê koka xwe dike cihê wan li ser Şengalê nîne. Ev di dîroka baweriya me de her li pêş e ku kesên xayîntî li civaka xwe dikin tu car di nava xwe de qebûl nake."
 
TAJÊ bal kişand ser xefik û lîstikên MÎT û PDK'ê ku hewl didin ciwanên Êzidî bixapînin, ji rastiya wan dûr bixînin û got, "Me her tim ciwanên Êzidî hişyar kiriye ku neyên xapandin. Bi vê pêngavê jî hemû gotinên me pişrast bûne. Dewleta Tirk û PDK’ê bi hemû rêbazan ev çend sal in li ser ciwanên Êzidî dek û dolaban digerînin. Bi fermanê nekarîn îradeya me bişkînin, bi rêbazên bê exlaqî bi ciwanên Êzidî ve lîstin û wan ji exlaq û wijdanê mirovatiyê qut kirin û bi destê wan pêşengên civaka me kirin hedef û şehîd xistin.
 
Bila dayik li zarokên xwe xwedî derkevin
 
Yê ku îro bi van bûyeran zehmetî dikişînin û zarokên wan dibin qurbaniya vê xapandinê dîsa jina Êzidî ye. Lewma pêwîst e dayik hişyarî zarokên xwe bin û xwedî li zarokên xwe derkevin. Ji ber ku îro bi derketina van sîxuran ê ku kezeba wan şewitî dayîkên kesên ku bûne hedefa van sîxuran û her wiha dayikên wan sîxuran jî zehmetî kişandine. Ji ber vê em weke TAJÊ bang li hemû jinên Êzidî dikin, li hemû dayikan dikin bila çavên we li zarokên we bin, agahdarî wan bin, nehêlin dijmin bi wan bilîze."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku MÎT û PDK bi tena serê xwe tu carî nikare êrîşan li Şengalê bikin û hate gotin, "Eger ne bi alîkariya xayin û xwefiroşan be nikarin êrîşê bikin. Pêwîst e vê rastiyê her kes bizanibe. Lewma erka her kesî ku li hember van lîstokan şiyar bin û eger gumanên bi hinek kesan heye zûtirîn dem bên gotin."
 
'Em ê li pey şopa şehîdan bin'
 
Ji bo Şengala me aram bimîne, ewlekariya wê bê parastin û neyê têkbirin û civaka me bi aramî li Şengalê bijî, pêwîst e her kes piştgiriyê bide Pêngava Tolhildanê ya YBŞ’ê û alîkar bin ku van planan vala derxînin.
 
Dîsa di dawiyê de em dubara destxweşiya hêzên xwe yên YBŞ’ê dikin û Pêngava Tolhildanê pîroz dikin û seketinê ji hêzin xwe re dixwazin. Di dawiyê de em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û bi minetdarî bejna xwe li hember wan ditewînin û soza tolhildana wan dubara dikin. Ew ê  xwîna wan tu car li erdê nemîne em ê her li peyê şopa wan bin."