Endama heyeta delegasyonê: CPT dibe hevkarê îşkenceya tecrîdê!

  • 09:03 2 Sibat 2023
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Endama heyeta Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê parêzer Francîsca Perez diyar kir ku CPT dibe hevkarê îşkenca tecrîdê û got ji bo tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî be û azadiya fîzîkî pêk bê divê mijarê bikin rojeva CPT û ji bo rewş bê guhertin Tirkiyeyê bidin zorê.
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û 22 mehe agahî jê nayê girtin. Ji bo tecrîd bê rakirin li her derê çalakî û hewldan pêk tên. 
Endamên Delagasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîdê ku ji 7 welatî ji 36 kesî pêk dihat di navbera 25-27’ê çile de li Stenbol, Amed û Enqereyê serdan pêk anîn. Di serdanan de mijara sereke tecrîd û binpêkirinên mafna yên li girtîgehan û bandora tecrîdê ya li ser civakê bû. Endamên delegasyonê di 28’ê çile de lli Taksîm Hill Otel forumek bi mijara ‘tecrîda navneteweyî’ pêk anîn û ji bo azadiya Abdullah Ocalan peyama têkoşîna hevpar hat dayîn.
 
Yek ji endamên heyeta Stenbolê parêzer Francîsca Perez  derbarê serdanê de û tecrîda li ser Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivî.
‘Şert û merc wek îşkencê ne’
 
Francîsca da zanîn ku şertên li girtîgeha Îmraliyê li dijî mafê mirovane û wiha got: “Li dijî mafê mirovan bêrêzdariyek heye. Şertên heyî wek îşkencê dikarin bên venasîn. Hemû welatên endamên NY’ê neçarin li dijî mafê mirovan rêzdar bin. Lê Tirkiye şertên NY’ê nayne cih, peymanên îmze kiriye pêk nayne û NY û welatê girêdayê wê jî ji berpirsyariyê direvin.”
 
‘CPT dibe hevkarê îşkencê’
 
Francîsca destnîşan kir ku CPT di îlona 2022’yan de çûye serdana girtîgeha Îmraliyê û lê tu daxuyanî nedaye û ev tişt bi lêv kir: “CPT li aliyekî li hember xwe birêzdariyê dike û armanca hebûna xwe nayne cih. Li aliyê din jî dibe hevkarê îşkenceyên li Abdullah Ocalan tê kirin. Di serdenan de me gelek dijhiqûqiyên li ser girtiyan guhdarkirin.Em ji rewşa girtiyên jin şert û mercê têde ne û her wiha ji rewşa Abdullah Ocalan bi fikarin.”
 
‘Mekanîzmayên navneteweyî bê bandorin’
 
Francîsca di mijara tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de daxuyakirin ku hem pergala edeletê ya li Tirkiyeyê û hem jî saziyên navneteweyî  di mijara mafê mirovan û parastina mafên siyasî de peywira xwe naynin cih û mekanîzma bê bandorin. Francîsca wiha dawî lê anî: “Divê tecrîda li ser Abdullah Oalan bê rakirin û azadiya fîzîkî pêk bê. Divê zor li Tirkiyeyê bê kirin ku rewşa heyî bê guhertin û mijarê bikin rojeva her endamê CPT.”