ROJEVA 02'YÊ SIBATA 2023'YAN

  • 09:00 2 Sibat 2023
  • Rojev
 
* Endama heyeta Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê parêzer Francîsca Perez diyar kir ku CPT dibe hevkarê îşkenca tecrîdê û got ji bo tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî be û azadiya fîzîkî pêk bê divê mijarê bikin rojeva CPT û ji bo rewş bê guhertin Tirkiyeyê bidin zorê.
 
*Li navçeya Bêgirî ya Wanê gelek kesî destdirêjî li zarokekê kiribû û li ser gilîkirina zarokê ji 6 kesî 4 kes hatin girtin û ji çar kesên girtî jî 3 kes hatin berdan. Der barê mijarê de endama Komeleya Jinan a Star Serap Guvenç axivî û diyar kir ku divê piştevaniya jinan bi rêxistinê mezin bibe. BI DÎMEN
 
*Lîstikvan û derhêner Berfîn Zenderlîoglu  bi hevkariya şanoyên Amed, Êlih û Wanê atolyeyên şanoya Kurdî pêk tîne. Berfînê wiha vegot: “Em tecrubeyên cuda bi hev re par ve dikin. Ew dipirsin ez jî heta ji destê min tê dibersivînim. Em tiştên nû fêr dibin. Atolye ji ber vê girîngin.” BI DÎMEN  
 
*Jinên Mêrdînê, ji bo meşa ku bi minasebeta 15’ê Sibatê bê lidarxistin de axivîn û gotin: "Ev meş ji bo me girîng e. Em bang li her kesî dikin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan dakevin qadan." BI DÎMEN