Danişîna yekemîn a kujerê Sakîne Kultur dê roja înê were dîtin

  • 07:56 2 Sibat 2023
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Îbrahîm Barkin ê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê, di 14’ê Gulana 2022'yan de Sakîne Kultur qetil kiribû. Danîşîna yekemîn a dozê dê roja înê li Cizîrê were dîtin.
 
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di 14’ê Gulana 2022'yan de Sakîne Kultur (40) bi rêbaza îşkenceyê hatibû qetilkirin, cenazeyê wê li ser rêya newala Bêspinê ya girêdayî bajarokê Tilqebînê ji hêla ajokarekî kamyonê ve hatibû dîtin. Di lêpirsîna ku derbarê kuştina Sakine de hatibû kirin de wekî gumanbar Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin di 15’ê Gulanê de hatibû girtin.
 
Piştî 9 mehan derheqê Îbrahîm Barkin de îddianameya ku hat amadekirin ji aliyê Dozgeriya Cizîrê ve hate qebûlkirin. Danişîna yekemîn a Îbrahîm Barkin dê 3’yê Sibatê li 2’yemîn Cezayê Giran a Cizîrê were dîtin.