Li Muglayê der barê mirina biguman de lêpirsîn

  • 20:42 1 Sibat 2023
  • Hiqûq
MUGLA –  Li navçeya Yatagan a Muglayê  jina bi navê Fîgen  Çoban li mala xwe mirî hatibû dîtin û serdozgeriya Komarê ya Yatagan der barê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin.
 
Fîgen Çoban ya di 21’ê Çile de li mala xwe ya li Yatagan a Muglayê ku şewitibû, mirî hat dîtin. Li ser vê serdozgeriya Komarê ya Yatagan lêpirsîn da destpêkirin. Piştî bûyerê birayê hevjînê Fîgenê, Suleyman Çoban (43) agahî da ekîbên tenduristiyê. Cenaze ji bo otopisyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Muglayê.
 
Piştî bûyerê hevjînê Fîgenê Mehmet Çoban (44) û birayê wî Suleyman Çoban hatin binçavkirin û her du gumanbar bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Lêkolînên der barê mirina  Fîgenê de didomin.