Cenazeya Evîn Encu piştî 11 rojan radestî malbatê kirin

  • 20:29 1 Sibat 2023
  • Rojane
ŞIRNEX- Cenazeyê Evîn Encuyê ku hatibû teşhîskirin piştî 11 rojan radestî malbata wê hat kirin. 
 
Li herêma Bestayê ya Şirnexê di 22'yê Çileyê de di navbera hêzên YJA-STAR û leşkerên tirk de şer rû dabû. Di şer de 6 endamên YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Ji van cenazeyan yek jê yê endama YJA-STAR’ê Evîn Encuyê bû ku di roja ewilî de ji aliyê malbata wê ve hatibû teşhîskirin, lê dozgeriyê ji malbatê re gotibû heya şîna Nîmet Encuyê cerdevan ku apê Evîn Encuyê ye, neqede dê cenazeyê Evîn Encuyê nedin. 
 
Malbata Encuyê di nava 11 rojan de 3 caran hatin navenda bajêr ji bo wergirtina cenaze û serî li dozgeriyê dan. Der barê vê de bavê Evîn Encu, Hamît Encu jî diyar kir ku wan roja ewil cenaze teşxîs kiriye lê radestî wan nehatiye kirin û wiha got: “Me roja ewil cenaze teşxîs kir, lê nedan. Em roja sêşemê çûn û gotin roja çarşemê dîsa werin. Em îro dîsa hatin. Ji ber sersaxiya mamê min Nîmet ku li herêmê jiyana xwe ji dest dabû, cenaze nedan. Gotin bila xelas bibe, em ê piştre bidin.” 
 
Malbata Encu ku hat Şirnexè cenazeyê keça xwe ji morgê wergirt. Piştre cenazeyê Encuyê ji bo bê definkirin ber bi gundê Bêjûhê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê ve hat birêkirin. Cenazeyê Encuyê piştî wecîbeyên olî di bin dorbêça leşkeran de hat definkirin. 
 
Li aliyê din ji 6 cenazeyên endamên YJA-STAR'ê yên li nexweşxaneyê ku 5 radestî malbatên wan hatibûn kirin, cenazeyek jê jî li benda teşxîskirinê ye.