Li dijî berfê gelê herêmê hat hişyarkirin

  • 19:58 1 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê ragihand ku dê li bajarên Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Erzîngan, Mûş, Çewlik, Colemêrg, Şirnex, Amed, Sêrt, Êlih, Qers, Erdexan, Agirî û Wanê berfreke zêde bibare û gelê li van bajaran dijî hişyar kir. 
 
Serokatiya Rêveberiya Rewşên Karesat û Lezgîn (AFAD) ragihand ku dê li bajarên Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Erzîngan, Mûş, Çewlik, Colemêrg, Şirnex, Amed, Sêrt, Êlih, Qers, Erdexan, Agirî û Wanê yên bakurê Kurdistanê berfeke zêde bibare û welatî hişyar kir. AFAD’ê da zanîn ku dê li deverên bilind ên bajarên navborî zêdetirî 20 santîmên berfê bibare û li dijî rewşên weke girtina rê, qerisîna rêyan, aşût û bageran welatî hişyar kir û xwest ku tevdbîrên xwe bigirin.