Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê hat taloqkirin

  • 15:51 1 Sibat 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Danişîna doza Nobedariya Gerînendetiya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin, hat taloqkirin. 
 
Rojnameya Ozgur Gundemê di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Beriya rojname bê girtin, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, rojnamevan-nivîskar Ahmet Nesin û rojnamevan Erol Onderoglû piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn û tev li Nobeda Gerînendetiya Weşanê ya rojnameyê bûbûn. Bi îdiaya “sorkirina sûckirinê”, “pesindayîna sûc û sûcdariyê” û “propaganda rêxistinê” derbarê Şebnem, Ahmet û Erol de doz hatibû vekirin. Danişîna 6’emîn a dozê li 13’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. 
 
Şebnem û Ahmet tevli danişînê nebûn. Erol û parêzerê xwe Abbas Yalçin di danişînê de amade bûn. 
 
Rojnamevan Erol Onderoglû diyar kir ku wan ji dadgehê daxwaz kiribû ku bi awayek bêalî bên darizandin lê daxwaza wan hatiye redkirin û êdî ew nebawere darizandinek adilane pêk were çimkî baweriya bi daraza heyî nemaye. 
 
Parêzer Abbas Yalçin jî got ew beyanên miwekîlên xwe diparêze. Dozger jî xwest kêmasiyên dosyeyê temam bibin. 
 
Heyeta dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku divê li benda nivîsa bo parastina Ahmet Nesîn ê li derveyî welat dimîne nivîsandibûn bê sekinandin û danişînê taloqî 25’ê gulanê kir.