Li Îranê di nava mehê de 55 kes hatine darvekirin

  • 15:05 1 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji serê salê  ji bo ku rejîma Îranê tirs û xofê bike nava gelan ji bilî 4 çalakvanên atine darvekirin zêdetir, 50 kesên din ji aliyê rejîmê ve hatine darvekriin. 
 
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku di nava 26 rojên destpêkê yên sala 2023’an de 55 kes hatin bi darvekirin.
 
Berî vê daxuyaniyê jî Navend û Rêxistina Mafê Mirovan a rojhilatê Kurdistanê hişyarî dabû ku bi armanca çavtirsandina xwepêşanderan, di nava demê borî de bi tawanên madeyên hişber û bi zanebûn kuştinê, darvekirina girtiyan zêde bûye.
 
Her wiha li gorî bilançoyan di nava 3 heftiyên borî de 9 welatiyên kurd bi tawana "bi zanebûn kuştin û bazirganiya madeyên hişber" li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.