Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin

  • 14:31 1 Sibat 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê di 14'ê sibatê de ji Îzmîrê ber bi Gemlîkê ve meşek bê lidarxistin, ji bo meşê banga tevlîbûnê hat kirin. 
 
Partî û saziyên kurd dê tekildarî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” dê di 6’ê sibatê de li navçeya Qoser a Mêrdînê û li navçeya Gever a Colemêrgê ber bi Gemlîkê ve meşekê li dar bixin. 
 
Li Îzmîrê jî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jînên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) piştgirî da vê meşê. Têkildarî mijarê li avahiya HDP’a Îzmîrê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Li eywana civîn lê hate kirin pankarta “Ji bo tecrîd bi dawî bibe em edaletê dixwazin. Ji bo çareseriyeke demokratîk em ber bi Îmraliyê ve dimeşin. 
 
Hevseroka Ege TUHAY-DER’ê Nilay Guleser diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq, qanûn, makeqanûn û rêgezên gerdûnî hatine rawestandin. Nilay, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqî, bêexlaqî û bêwijdanî ye û wiha got: “Ev bêhiqûqî û bêedaletî ne tenê ji bo Birêz Ocalan ji bo civakê jî xetereyeke mezin e. Sîstema tecrîdê ya ku bandorê li her qada jiyana civakî dike, çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd hedef digire û armanc dike ku Tirkiyeyê mehkumî tarîtiyê bike.”
 
Nilay, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê bi awayekî herî giran li girtîgehan berdewam dike û wiha berdewam kir: “Binpêkirina mafên jiyan, tenduristî û ewlehiyê ya girtiyan gihiştiye asteke bixeter. Girtî bi pêkanînên derveyî rûmeta mirovaniyê tên astengkirin û nabin nexweşxaneyan. Girtî sirgunî bajarên dûrî malbatên xwe tên kirin û pergala înfazê veguheriye rêbazeke tecrîd, îşkence û cezakirinê ku malbat jî di nav de ne.”
  
Nilay, anî ziman ku polîtîkayên tecrîdkirinê qebûl nakin, heta polîtîkayên tecrîd, şer û pevçûnê bi dawî nebin wê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Em bang li hemû beşên civakê dikin ku di navbera 6 û 15’ê Sibatê de li dijî tecrîd û polîtîkayên şer bi hev re têbikoşin û polîtîkayên tecrîdê bişkînin û ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin. Di vê çarçoveyê de em ê di 14’ê sibatê roja Sêşemê saet 12.00’an de li ber Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê daxuyaniyê bidin û di 15’ê sibatê roja Çarşemê ji Stenbolê ber bi Gemlikê ve bimeşin. Em hemû raya giştî ya demokratîk û gelê xwe vedixwînin daxuyanî û meş a ku em ê li dar bixin.”