Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

  • 13:27 1 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, vegeriya çalakiya greva birçîbûnê.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê kanûna 2022’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, vegeriya çalakiya greva birçîbûnê. Çalakiya greva birçîbûnê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên Tevgera Azadiya Kurdisatanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê Heserokê Meclîsa Gel a wargehê Yusif Kara têkildarî çalakiya greva birçîbûnê axivî.
 
Axaftina Yusif Kara wiha ye: "Em di kesayeta heval Viyan de hemû şehîdên ku canê xwe li ber Rêbertî û vê xakê de feda kirîn, bi rêzdarî û bi minet bibîrtînin. Wek tê zanîn em dikevin meha Sibatê, ev meh hem di aliyê pakrewanên ku ji bo keramet û mirovahiya pêşverû canê xwe fedakirine mehekî girîng e û hem jî dîlgirtina Rêberê mirovahiyê Rêber Apo di vê meha reş de pêkhatiye û ev 24 sal in di greva Îmraliyê de tê ragirtin. 
 
Tecrîda ku li ser Rêberê me tecrîdek ji rêzê nîne. Me gelek caran gotiye ne di dîroka cîhanê de, ne di ti împaratoriyan de û ne jî di belavbûna ti dînan de sîstema ku îro li Îmraliyê tê meşandin nehatiye pêkanîn. Çima vêya dikin? Ji ber ku Rêberê me rêberê mirovahiyê, li beranberî modernîteya kapîtalîzmê ye, li beramberî komkujiya mirovahiyê ye, her wiha li hemberî ji holê rakirin û li ser keda mirovan jiyankirina sîstema mewcûd sîstemek nû ji bo mirovahiyê ji bo azadiya mirovahiya pêşverû çêdike. Dewletên faşîst ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj û gemar yên madî û siyasî vê sîstemê ji bo Rêberê me rewa dîtin û wek karkerekî dewleta qirker vêya bi destê NATO’ê pêk tîne.
 
Eger em dibêjin kesek nikare roja me tarî bike, eger em dibêjin em li gel felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ne û wek jiyanek nû jixwe re dibînin û dixwazin li ser vê bimeşin wê demê pêwîste em wek gelên Kurdistanî li hemberî vê faşîzmê, tecrîd û qirkirinê xwedî hewestekî zelal û bi bandor bin. 
 
Wek gelê Mexmûr jî ev bi qasî 52 roj in wek çalakiya nobetê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta astekê tevlîbûna xwe jêre çêkir. Em ê ji niha û şunde vê çalakiya xwe vegerînin çalakiya greva birçîbûnê, bi vê boneyê em bang li hemû gelên Kurdistanê dikin ji bo em demil dest agahiyekê ji Rêbertiya xwe bigrin, ji bo em dijminê xwe yê ku ti para xwe ji mirovahiyê negirtî bişkênin, divê em şev û rojê xwe di nava çalakiyên bi hêz de bin. 
 
Ji bo wê wek gelê Mexmûr em ê di vê dema pêşiya xwe de çalakiya xwe bi şêwazê çalakiya greva birçîbûnê bidin domandin. Lê em ê ti caran van çalakiyên xwe bes nebînin heta ku Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe.”
 
Piştî axaftinê çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Kesek nikare roja me tarî bike" dest pê kir.