Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan

  • 12:58 1 Sibat 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay, piştî îfadeya xwe ya li dozgeriyê hate berdan.
 
Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve di 28’ê çileyê li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hatibû binçavkirin. Rojîn li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê dihate ragirtin piştî 4 salan sewqî Edliyeya Stenbolê hate kirin. Rojîn bi “endamtiya rêxistinê” hate sûcdarkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hate berdan. 
 
Di îfadeya Rojîn li miduriyeta polîsan de daxuyaniyên çapemeniyê yên şopandin, meş û civîn û her wiha çalakiyên şermezarkirinê yên tev li bûyî hatin pirsîn.