Freedom House azadiya Safiye Alagaş xwest

  • 12:54 1 Sibat 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Freedom House, kampanyaya “Înîsiyatîfa ji Girtiyên Siyasî re Azadî” da destpêkirin û girtina Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş di bin sernavê “bûyerên sembolîk ên girtiyên siyasî” de nirxand. 
 
Hewldana Girtiyên Siyasî Freedom House ji şevên din ve Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Siyasî Azadî da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de cih dan Midûra Karên Nivîsan a me Safiye Alagaş ku di 16’ê hezîrana 2022’yan de li Amedê hatibû girtin û derheqê wê de heta niha jî îdianame nehatiye amadekirin. Freedom House, girtina Safiye di bin sernavê “Bûyerên sembolîk ên girtiyên siyasî” de nirxand. Di nivîsa ku li ser rûpela Freedom House’yê de têkildarî girtina Safiye û binpêkirinên li girtîgehê agahî hatin parvekirin. 
 
Cezayê dîsîplînê hat birîn
 
Di nameya Safiye de ku Freedom House cih dabûyê de wiha tê gotin: “Îktîdara AKP’ê hewl dide civakeke îtaetkar û hêmin biafirîne. Lewma êrişan dike.” Di nivîsê de hat destnîşankirin ku Safiye bi rojnamegerên jin ên di heman dîrokê de hatine girtin re li heman odeyê dimîne û odeyên wan 24 saetan bi kamerayan tên şopandin. Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Destûrê nadin tu pirtûkên ku ew dixwaze. Bi qasî tê xwestin sabûn û şampuanê nadin rojnamegeran. Ev jî bi xwe re mercên nebitendurist tîne. Protestoyên li dijî vê rewşê jî bi lêpirsînên disiplînê biencam dibin. Di demên berê de jî bi sedema ku Alagaş û hevalên wê yên hucreyê di hucreya xwe de stran gotin û reqisiyan, cezayê displînê lê hatibû birîn. Ji ber vê sedemê nehiştin mehekê peywendiyan bi derve re deyne.” 
 
‘JINNEWS di hedefa dozgeran de ne’
 
Di heman demê de Freedom House li gel Safiye, serdegirtinên li ser 15 rojnamegerên din jî vegot. Hat gotin ku di encama serdegirtinên li dijî xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê de polîsan dest danîne ser kamera, telefon, kompûter, dîskan û ekîbmanên din. 
 
Her wiha hat bibîrxistin ku Safiye di demên berê de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye binçavkirin û di sala 2019’an de ji van tawanbariyan beraet kiriye. Freedom House diyar kir ku xebatkarên JINNEWS’ê di hedefa dozgeran de ne. 
 
Di nivîsê de hat gotin ku qanûnên Tirkiyeyê ji bo derheqê xebatên rojnamegeran de lêpirsînên cezayî bên destpêkirin hatine amadekirin û daneyên meha kanûna 2022’yan a Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ). 
 
‘Armanca me ya herî esasî azadiya me ye’
 
Hat diyarkirin ku Safiye, destdirêjiyên li girtîgehê bûye şahid û binpêkirinên heyî bi rêya nameyê nivîsandine û ev gotinên Safiye, parve kir: “Me jinan sozên bêdeng dan. Em sozên xwe qîriyan, me li nava çavê hev nihêrt û soz da; heta ku em cihê xwe yê di nava civakê de dibînin jî dê dev ji têkoşînê bernedin. Heta ku em azad dibin jî dê nebêjin bes e. Armanca me ya herî esasî azadiya me ye.”