Doza zarokên îşkence lê hatibûn kirin hat taloqkirin

  • 21:22 31 Çile 2023
  • Rojane
ERZIROM-  Li qursa Kuranê li 14 zarokî îşkenceya sîstematîk hatibû kirin û doza der barê bûyerê de ku 2 jê girtî 3 kesên dihatin darizandin,taloqî 28’ê sibatê hat kirin.
 
Li Erziromê di 2021’ê de derketibû holê li Qursa Kuranê ya Zarokên Kur ya Razayî ya Haci Bahattîn Evgî ya girêdayê Diyanetê, Hakan Aslankafa û midûrê Yurdê Nuhî Karababa û peywirdarê xizmetê Ugur Gungor li 14 zarokî îşkenca sîstematîk kirine. Der barê van kesan de doz hatibû vekirin û runiştina dozê li Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Erziromê hat dîtin. Parêzerên Komeleya Jinan û Ewil Zarok doz şopandin. Zarok û malbatên wan jî amade bûn.
 
Hakan Aslankafa yê girtî, midûrê yurdê li girtîgeha girtî diman bi SEGBÎS’ê tevli runiştinê bûn. Hyetê zarok, parêzer û şahid guhdarkirin.
 
Dadgehê runiştin taloqî 28’ê Sibatê kir.