Îfadeya Rojîn Altay hat girtin

  • 20:46 31 Çile 2023
  • Rojane
STENBOL-Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşam Rojîn Altay piştî ku cara sêyem dema binçavkirina wê hat dirêjkirin şûnde îro li emniyetê îfada wê hat girtin. Tê payîn ku sibê sewqî Edliyeya Stenbolê bikin.
 
Xebatkara rojnameya Yenî Yaşam Rojîn Altay, di 28’ê çileyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hatibû binçavkirin. Rojîn Altay, li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tê ragirtin û dema binçavkirina wê cara 3’yemîn hate dirêjkirin.Piştî dirêjkirinê îro îfadeya wê hat girtin.
 
Tê payîn ku Rojînê sibê sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bikin. Parêzerên Rojînê îtîrazê dirêjkirina dema binçavkirina Rojînê kiribûn.