Cenaza Mîne Kocadag 5 meh şûnde hat dîtin

  • 20:04 31 Çile 2023
  • Rojane
DENÎZLÎ – Li navçeya Pamukkale ya Denîzliyê Mîne Kocadag ya ku bi mehan bû winda bû cenazeyê wê hat dîtin û mêrê pê re zewicandî piştî bûyerê hat girtin.
 
Li navçeya Pamukkale ya Denîzliyê di 18’ê Tebaxa 2022’an de jina bi navê Mîne Kocadag winda bibû û cenaza wê li ereziyek vala hatibû dîtin. Piştî vê mêrê pê re zewicandî Mîthat Kocadag hat binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
 
Cenaza Mîne Kocadag ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.  Li gorî otopsiya pêşîn ya li morga Nexweşxana Zanîngeha Pamukkaleyê hatiye kirin Mîne Kocadag di encama xeniqandinê de jiyana xwe ji dest daye.