Kesa ku dîmenê tundiya peywirdarên gumrikê kêşand bi tundiyê re rûbirû ma

  • 17:02 31 Çile 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX – Hate diyar kirin ku kesa ku dîmenê tundiyê ya li gumrikê yên li Deriyê Sînor ê Xebûrê kêşandibû bi tundiya peywirdarên gumrikê ve rûbirû ma.
 
 Peywîrdarên gumrikê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê ji ber sedemeke nediyar tundî li jinekê kir. Kêliyên ku peywîrdarên gumrikê tundiyê li jinekê dikin, ji aliyê welatiyekî vê bi telefonê hate qeydkirin. Di dîmen de tê dîtin ku piştî jin bi erdê re tê kaşkirin tê derbkirin. 
 
 Piştî ku nûçeya têkildarî bûyerê hate weşandin Walitiya Şirnexê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku her du peywirdar ji kar hatine dûrxistin. Her wiha Baroya Şirnexê jî ragihand ku ew ê şopdarê bûyerê bibin.
 
 Hate zanîn ku kesa ku dîmenê tundiyê ji telefonê kêşandibû ji hêla peywirdaran rastî tundiyê hat. Dîmenên tundiyê ji aliyê welatiyek bi telefonê hat qeyd kirin.