Li Efganîstanê jin êdî bi tenê nikarin herin ser karê xwe

  • 15:09 31 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Qedexe û zordariya li ser jinan a li Efganistanê dewam dike, vê carê jin wê bêyî mêr nikaribin biçin ser kar jî. Her wiha li Efganistanê ezmûnên zanîngehê jî li jinan hatibû qedexekirin.
 
Di Tebaxa 2021’ê de Efganistan ket bin kontrola Talîbanê, ji wê demê rojane zextên li ser jinan zêde dibin.Talîban ê ku herî dawî deriyên zanîngehan ji jinan re girtibû, ferman da ku xwendekarên jin ji bo ezmûna ketina zanîngehê ya ku wê meha were bê kirin, neyên qebûlkirin.
 
Niha jî rayedarên Talîbanê ragihandin ku divê jinên li Kandaharê ya li başûrê Efganistanê di beşên tenduristî û perwerdeyê de dixebitin, bêyî xizmekî xwe yê mêr neçin kar.
 
Li Efganistanê ji bilî qada perwerde û hîndekariyê, jinên di saziyên sivîl, çapemenî û hwd. de dixebitin, bêyî xizmekî mêr destûr nayê dayîn biçin ser kar. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rêveberiya koma Talîbanê ya li Kandaharê ji midûriyetên perwerde û tenduristiyê yên parêzgeha Bahmanê xwest ku pêşî li hatina jinên ku bêyî xizmekî mêr tên van dezgehan bigirin.
 
Ev duyemîn fermana qedexekirinê ye ku Talîbanê li dijî jinan di hefteya borî de derxistiye. Çend roj berê Talîbanê ezmûna ketina zanîngehan li jinan qedexe kiribû û hatibû ragihandin ku wê qeydên jinan li zanîngehên taybet yan jî yên fermî neyên kirin.