Jinên girtî bang kirin ku cezayên darvekirinê rawestin

  • 12:56 31 Çile 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 7 jinên girtiyên siyasî yên li Îranê girtîne, nerazîbûna xwe ya li dijî cezayê darvekirinê anîn ziman û xwestin ku cezayê darvekirinê were rawestndin.
 
Nêrgiz Mihemedî, Spîde Qulyan, Eliye Mutelîb Zade, Hestî Emîrî, Nuşîn Cehferî, Behare Hîdayet û Reha Eskerî Zade ku li Îranê girtîne, bi nameyekê banga rawestandina cezayê darvekirinê yê li xwepêşandanan hatiye birîn kirin û diyar kirin ku li hemberî vî cezayê bêhelwest û bêdeng nebin.
 
Di nameyekê de pêkanîna cezayê darvekirinê, weke binpêkirina mafê mirovan ê li Îranê herî dijwar tê pênasekirin û tê gotin ku beşek ji jinên girtiyên siyasî timî di bin gefa pêkanîna cezayê darvekirinê de ne.
 
Van heft jinên girtiyên siyasî, îşaret bi dosyaya Spîde Kaşanî û Nîlufer Biyanî kirine ku ji derveyî êşkence û xistina di hucreyên yek kesî de, gelek caran gefa darvekirinê li wan hatiye kirin.
 
Di nameyê de, tê gotin ku li hucreyên yek kesî dîmenên çawaniya darvekirinê pêşanî  hinek jinên girtiyên siyasî dane. Herwiha tê gotin ku Miryem Hacî Hisên, Mehweş Şehiryarî û Ferîba Kemal Abadî ku çend caran hewldane bi sûcariya’ Xeribiya li ser erdê’ werin cezakirin timî gefa darvekirinê li wan tê kirin.
 
Di nameyê de têkildarî girtiya siyasî ya Kurd Ceyneb Celaliyan jî tê kirin û tê gotin ku tevî îşkeceya zêde ya ji ber sûcdariya “tevlîbûna çalakiyên çekdarî” jî Celaliyan li ber xwe daye û mikurhatiya neçarî nepijandiye.
 
Herwiha qala jina şoreşgera Kurd Şîrîn Elemhulî ku di sala 2010’an hatî darvekirin jî tê kirin.
 
Van 7 girtiyên siyasî di dawiya nameya xwe de, li gel bertek û kîna xwe ya li hemberî pêkanîna cezayên darvekirinê û gefxwarina birîna vî cezayê anîne ziman û bang li raya giştî kirine ku himberî birîna vî cezayî li ser xwepêşanderên hatine girtin bibin xwedî helwest û bêdeng nebin.