Francesca Trasatti: Tecrîd rejîmeke îşkenceyê ye

  • 11:23 31 Çile 2023
  • Rojane
 
Melek Avcı - Dilan Babat 
 
ENQERE - Endama Partiya Potera al Popolo (Hêza Gel) Francesca Trasatti derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. Francesca wiha got:"Tecrîd îşkenceyeke bi awayekî eşkere ye. Ji ber belgeyên hiqûqa navneteweyî û belgeyên mafên mirovan dibêje tecrîd îşkence ye loma tecrîd rejîmeke îşkenceyê ye."
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku ev 24 sal in girtiye bi komploya navneteweyî re dewam dike. CPT'yê serdan kir lê belê raporên xwe eşkere nekir. Ev tişt bû cihê fikarê. Niha li dijî tecrîdê Nobeda Edaletê ya parlamenterên HDP'ê jî dewam dike. 
 
Her wiha Delegasyona Navnteweyî ya li dijî Tecrîdê ya ji 36 kesan pêk dihat û ji 7 welatên cuda hatin jî bi endam û nûnerên sazî û dezgehan re hevdîtin kir. Piştî serdanan li Stenbolê forumek pêk hat û di vê forumê de aht gotin çareserî wê bi azadiya Abdullah Ocalan pêk were. 
 
Parêzer û endama Partiya Potera al Popolo (Hêza Gel) Francesca Trasatti ya di delegasyonê de cih digirt derbarê tecrîdê û aliyên wê yên navneteweyî axivî. 
 
'Armanc ew e ku Ocalan nexin rojeva raya giştî'
 
Francesca da zanîn ku armanc ew e ku Ocalan nexin rojeva raya giştî û wiha dewam kir:"Tirkiye stratejiyeke wiha dişopîne, ji bo wan meseleyên derbarê Ocalan de çiqas kêm bê axaftin ewqas baş e. Hukumeta tirk bêndeng e û bersivê nade pirsan. Çimkî dizanin ku ew bersiveke neyînî bidin jî ew ê bibe rojev. Hukumet naxwaze di rojevê de bimîne."
'Soz neanîn cih'
 
Francesca bi lêv kir ku CPT'yê sozên daye neaniye cih û wiha pê de çû:"CPT teqez soza ku daye bi cih nayne û şerdên tecrîdê her diçe girantir dibe. CPT di 2019'an de hevdîtin li Girava Îmraliyê pêk anî û piştre têkilî bi parêzerên Ocalan re danî lê belê em dema li serdanên niha dinêrin CPT tu gotinê nake. Heta em nizanin ka bi Ocalan re hevdîtin hatiye kirin an nehatiye kirin. Li gor gotinan Birêz Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin nekiriye ev tam rast e yan ne rast e em nizanin. Her wiha raporên serdanê nehatin parvekirin. Ev cihê fikarê ye. Tevgera CPT'yê cihê fikarê ye."
 
'Rejîma tecrîdê li cîhanê her diçe belav dibe'
 
Francesca diyar kir ku aliyê tecrîdê yê navnteweyî jî pir cidî ye û wiha lê zêde kir:"Tecrîd her diçe mezin dibe. Niha li Îtalyayê jî rejîma tecrîdê heye. Ji ber vê yekê girtiyên li vir jî dikevin greva birçîbûnê. Rejîma tecrîdê ji bo welatên din jî dibe mînakeke laboratuvarê. Welatên din jî vê yekê dibînin û pêk tînin. Ev gelekî bi fikar e. Tecrîdkirina girtiyan hêviyê nade min."
 
'Sepanên xurt ên li qada navneteweyî tune ne'
 
Francesca, da zanîn ku li hember tecrîdê di qada navneteweyî de kêmasiyek gelekî mezin heye û wiha domand:"Tecrîd îşkenceyeke bi awayekî eşkere ye. Ji ber belgeyên hiqûqa navneteweyî û belgeyên mafên mirovan dibêje tecrîd îşkence ye loma tecrîd rejîmeke îşkenceyê ye. Ji bo pêşî li tecrîdê bên birîn sepanên xurt ên li qada navneteweyî tune ne. Mekanîzmayên kontrolê yên qada navneteweyî hemû pêdiviyan naynin cih. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê tenê beramberê binpêkirinan pere dixwaze. Ev têrê nake."