Di doza H.K.G. de daxwazên kiryar hatin qebûlkirin

  • 16:53 30 Çile 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Di danişîna doza ku kiryar Yusuf Gumuşel û Kadîr Îsteklî jê tên darizandin de, heyeta dadgehê, daxwazên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û daxwazên parêzerên kiryar qebûl kir û biryar da ku daneşîn bi giştî ji raya giştî re girtî bê kirin da.
 
Damezrînerê Weqfa Hîranû ku girêdayî Cemiyeta Îsmaîlaga ye Ziya Gumuşel zaroka xwe ya 6 salî .H.K.G. bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re "zewicandibû" û bi vê helwesta xwe çavê xwe li tecawiza li zarokê hat kirin re girtibû. H.K.G. di sala 2020'î de gilî kiribû lê ser bûyerê hatibû giritn û di cotmeha 2022'yan de hatibû aşkerakirin. Piştî bertekên ku hatin nîşandan, Kadîr Îsteklî kû Yusuf ZIya Gumuşel di 14'ê kanûna 2022'yan de hatin binçavkirin û piştre jî hatibûn girtin. 1'emîn danişîna dozê îro li Edliyeya Anadolyê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran, li Bloka C'yê li Salona Konferansê ya Hakan Yalçin tê dîtin.
 
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, duh daxwaznameyek dabû dadgehê û daxwaz kiribû ku danişîn ji rayagiştî re girtî bê kirin û her wiha biryara qedexeya weşanê bê dayîn. Hej dadgeh biryar negirtibû astengiya li hemberî şopandina danişinê hat pratîzekirin. 
 
Barîkata  polîsan...
 
Her wiha serê sibê kata ku danişîn bê dîtin ji hêla polîsan ve bi bariyeran hat girtin. Bi sedan kesên ku ji bo şopandina dozê hatin, negirtin salonê û tenê hin parêzer, Seroka Baroya Stenbolê Fîlîz Saraç, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik girtin salona danişînê. Hiqûqnas û parêzerên ku xwestin tevlî danişînê bibin hatin astengkirin. Parêzera ku bertek nîşanî negirtina salonê da û got: "Hûn çima me asteng dikin, mafê wê nîne ku hûn me asteng bikin." Her wiha mêrê ku ji bo piştevaniya tecawizkaran hatî danişînê, parêzer taciz kir. Piştî bertekan tacizkar ji edliyê hat dûrxistin. 
 
Piştî 2 saet şûnde danişîn destpê kir
 
Parêzer daxwaza saloneke mezin kirin û Şandeya Dadgehê ewilî daxwaz red kir, lê bi israra parêzeran salon hat guhertin û danişîn li Bloka C, li Salona Konferansê ya Hakan Yalçin pêk hat. Parêzerên kiryaran dema ketin salonê heqaret li parêzerên din kir. Piştî 2 saet şûnde danişîn despê kir. 
 
Kiryar Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî di danişînê de amade bûn. H.K.G. tevlî danişînê nebû. Kiryar Yusuf û Kadîr ji hêla bi dehan polîs û cendermeyan ve hat parastin. 
 
'Divê Şandeya Dadgehê ji dozê vekişe'
 
Di danişînê de serê ewilî Seroka Baroya Stenbolê Fîlîz Saraç mafê axaftinê girt û got: "Em dixwazin kêmasî bên temamkirin, îdîaname bê xwendin û qeydên SEGBÎS'ê bê destpêkirin. Qanûn ji bo parastina zarokan biryar girtiye, ji her çar aliyên Tirkiyeyê hempişeyên me ji bo parastina pêşeroja zarokan tevlî danişînê dibin, ji bo carek din bûyerên bi vî rengî pêk neyên hatin li vir. Heke îro SEGBÎS’ neyê vekirin û biryara veşartinê bê pratîzekirin, ev tişt tê wateya astengkirina hempîşeyên me. Ev helwesta we nîşan dide, divê şande ji vê dozê vekişe. Divê hemû Baro û saziyên sivîl ên civakî li salonê amade bin. Piştî vekirina SEGBÎS’ê dê tevlîbûna xwe bi nivîskî û devkî bînin ziman." 
 
'Hûn qanûnên heyî binpê dikin'
 
Piştre parêzerên ku mafê axaftinê girtin, daxwaza dîtina rûpelên ewilî yên îdîanameyê kirin û gotin gelo hatiye xwendin an na? Lê seroka dadgehê nexwest bersivê bide parêzaran. Parêzeran bertek nîşanî helwesta seroka dadgehê dan û gotin "Hûn qanûna heyî binpê dikin". Bi çepikan Şandeya Dadgehê hat protestokirin. 
 
Bi israra parêzeran seroka dadgehê qeyda SEGBÎS'ê vekir û bi lêz û bez îdîaname xwend. Seroka Dadgehê rapora îstirhetê ya kiryar Fatma Gumuşel xwend û tevlînebûna dayika H.K.G a Fatma Gumuşel a danişînê ragihand. 
 
'Dewlet zarokan naparêze'
 
Ji Baroya Stenbolê parezereke jin axivî û got: "Dojeha ku zarok di nav de ye û jina ku serî rakiriye, em anîn gel hev. Dema ku we îdîaname xwend xwîna me sekinî û me ji mirovahiya xwe şerm kir. Ev doz dozeke civakî ye. Wek Baro em hewl didin ku jin û zarokan biparêzin. Ev kesên ku wisa tînin serê zarokên xwe, gelo wisa tînin serê zarokên din jî? Ev bûyereke civakî ye. Biryara ku ji bo H.K.G. bê dayîn dê cesaretê bide jin û zarokên din jî. Bûyera tecawizê ya di îdîanameyê de cih girtî, dê tu carî di hefizeyên me de dernekeve, lê belê heke edalet pêk bê zarok û jin dê cesaretê bigirin û li pêy edaletê bikevin. Ji ber ku dewlet jin û zarokan naparêze."
 
'Em dixwazin tevlî danişînê bibin'
 
Ji Baroya Enqerê parêzer Zeynep Tepegoz axivî û bal kişand ser parastina zarokan û wiha bi lêv kir: "Gelo em çima li vir in? Ji bo parastina zarok û ji bo parastina mafê jinê em li vir in. Ji bo Lanzarotte, Peymana Neteweyên Yekbûyî û parastina mafê zarokan em li vir in." 
 
Endama Navenda Mafê Zarokan a Baroya Enqerê parêzer Hîlal Çelîk, daxuyand ku Baro ji bo parastina mafên mirovan û sêpandina qanûnan wezife dike, armanca Baroyan ew e û got: "Em daxwaz dikin ku tevlî danişînê bibin." 
 
Ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Enqerê parêzer Çaglar Erkant wiha daxwaza xwe anî ziman: "Zaroka 6 salî bi destdirêjiyê re rûbirû ma û îro ji bo vê em li vir in. Em wek jin şerm dikin ji vê tabloyê. Îro hebûna me ya li vê salonê wezîfeya me ya sereke ye. Em carek din daxwaza tevlîbûna danişînê dikin."
 
'Bi navê zewacê tecawizê dikin'
 
Endama Lîjneya Baroya Êlihê parêzer Neşe Erbulat jî destnîşan kir ku xwezî ev dema ku niha ji bo parêzeran re hatî veqetandin ji bo kiryaran bihata kirin. Ebrû, diyar kir ku divê daxwaza tevlîbûnê bê qebûlkirin û wiha bi lêv kir: "Êdî em naxwazin li vî welatî destdirêjî û şîdeta li hemberî jinê hebe. Em dixwazin bi hev re li dijî bûyerên bi vî rengî derkevin. Bi navê zewicandinê li tecawiz tê kirin, şîdet tê kirin heke îro em li salona danişînê nebin gelo ev têkoşîn dê çawa bê domandin. Hûn daxwaza me ya tevlîbûnê qebûl nakin û me mehkûmê temaşevantiyê dikin." 
 
'Ji bo jin û zarokan li vir in'
 
Parezêr Merve Çîftçî endama Baroya Samsûnê ye û got: "Ji ber ku me dengê H.K.G. û bi hezaran zarokên din neda bihistin îro em li vir in. Bi hezaran zarok ji ber tarîkatan bi êrişa zayendî re rûbirû dimînin. Em li dijî vê yekê li vir in. Em li dijî zîhniyeta ku dibêje zaroka 6 salî dikare bizewice li vir in. Ev zîhniyet rê li ber kuştina jinan vedike. Divê tevlîbûna me ya danişînê bê qebûlkirin."
 
'Darizandineke edilane dixwazin'
 
Ji Baroya Wanê Medîne Turan Taylak, daxwaza darizandineke edilane kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li vî welatî jin û zarok nikarin xwe bighînin edaletê." 
 
Parêzerek din jî behsa êrişa zayendî ya cubbeliyan kir û got: "Em ê bibin dengê jin û zarokan û em ê berpirsiyariya xwe bînin cih. Doz ne tenê doza H.K.G. ye doza bi hezaran jin û zarokên dinê ye. Em carek din daxwaza tevlîbûna dozê dikin."  
 
Parêzerên kiryar daxwaz kir ku bila 300 parêzar tevlî danişînê nebin û gotin: "Divê danişîn ji raya giştî re girtî bê berdewamkirin." 
 
Parêzerê kiryar Fatma Gumuşel jî got: "Li vir dijminatiya îslamiyetê tê kirin." 
 
Parêzerên kiryaran jî daxwaz kir ku bila danişîn ji raya giştî re girtî berdewam bike.
 
Piştî daxwazan dozger mutala xwe pêşkeş kir. Di mutalaayê de daxwaza danişîn girtî berdewam bike kir. 
 
Şandeya Dadgehê 5 deqiqe navber da û biryara xwe aşkera kir. Şandeya Dadgehê daxwaza parêzerên kiryaran qebûl kir û salon vala kir. Biryara Şandeya Dadgehê bi çepikan hat protestokirin. 
 
Danişîn piştî saet 16.30’an ji raya giştî û tevlîbûnan re girtî berdewam kir.