ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 30 Çile 2023
  • Rojev
 
*Cangoriya têkoşîna jina kurd, Evîn Goyî li her çar aliyî, li her bajarî şopa xwe ya berxwedanê weke mîrate li pey xwe hişt. Rêvalên Evînê yên bûne şahidê têkoşîna wê yên ji Mexmûrê heta Rojavayê Kurdistanê û Dîasporayê qala berxwedana wê dikin. Rêhevalên Evînê wiha dibêjin:"Evînê bi gotinan tenê nayê şîrovekirin. Ji ber Evînê, hezkirin, welat û serhildan bû. Ew pêşenga têkoşîna jinê ye" DÎMEN HEYE
 
*Seroka DAKAY-DER a Amedê parêzer Asli pasînlî der barê qanûna turbanê de axivî û got: “Dixwazin cudahiyê bikin navbera jinan û jinan ji hev veqetînin.” DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Leîla Saadatî pêvajoya li Rojhilat û Îranê nirxand û got: “Oldar jî dixwazin rejîm biguhere. Baweriya mirovan jî zerareke mezin ji rejîmê dît. Em niha ji vê berxwedana tê dayîn re dibêjin şoreşa nifşê Z ya Îranê.”
 
*Hevseroka Koma Têkoşîna Hiqûqî ya Navneteweyî Mîchela Arrîcale da zanîn ku di serdana Tirkiyeyê de ji wezareta dadê daxwaza hevdîtinê kirine û got: “Ger wezaretê hevdîtin qebûl bikira armanca me avakirina pira ji bo çareseriyê bû. Lê em dibêjin tecrîda li ser Birêz Ocalan divê rabe."DÎMEN HEYE