Perwerdeya Komîteya Diplomasiyê ya TAJÊ'ê bi dawî bû

  • 13:07 28 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Perwerdeya yekemîn a diplomasiyê ku Komîteya Diplomasî ya TAJÊ’ê bi armanca firehkirin û pêşxistina kar û xebata diplomasiya jinên Êzidî, li ser bingeha danasîna jenosayîda civaka Êzidî ya ji cîhanê re û avakirina yekîtiya jinan ya di Iraqê de, bi dawî bû.
 
Jinên Êzidî piştî fermana 2014’an care yekem bi riya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve diplomasiyek di asta Iraq û cîhanê dabû destpêkirin. Xebata Komîteya Diplomasiyê giranî da doza jinên Êzidî yên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de û yên rizgar bûne, her wiha di cîhanê de qebûlkirina jenosayîda Êzidiyan û avakirina yekîtiya jinên Êzidî û hemû jinên Iraqê.
 
Li ser van bingehan û ji bo firehkirin û pêşxistina kar û xebata diplomasiya jinên Êzidî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya Netewa Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de perwerdeyek li ser girîngî û rê û rêbaza meşandina xebata diplomasiyê dabû destpêkirin.
 
Perwerde bi tevlîbûna TAJÊ’ê, Berdevka Meclîsa TAJÊ’ê ya Şengalê, Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê, Berdevk û Endamên Diplomasiya YJŞ’ê û Endamên Ofîsa Siyasî ya PADÊ ve 7 rojan berdewam kir û bi dawî bû.
 
Komîteya diplomasiyê ya TAJÊ’ê diyar kir ku ev perwerde di salvegera şehadeta fermandarên YBŞ’ê Azad, Berxwedan û Enwer de diyarî hemû lehengên Şengalê hate kirin.
 
Girîngiya perwerdeya diplomasiyê
 
Endama diplomasiya YJŞ’ê Jiyanda Êzîdxan ji ajansa NÛJINHA'yê re axivî û qala girîngiya perwerdeya diplomasiyê ya ji bo jinên êzidî kir û got: “Me di salvegera heval Azad û Enwer de perwerdeya diplomasiyê dest pê kir. Ev perwerde jî weke tolgirtina heyfa wan hevalan e. Perwerdeya me bersiva ferman û hemû êrîşan e. Ger îro em weke jinên Êzidî xwe perwerde dikin tê wateya ku jinên Êzidî dikarin civaka xwe bi rê ve bibin. Taybet perwerdeya diplomasiyê xwedî girîngiyek dîrokî ye. Em wek YJŞ’ê em di vê perwerdeyê de bûn û me bi serkeftî bi dawî kir. Pêwîst e êdî weke berê li jina Êzidî neyê nihêrtin. Ji bo ku jinên Êzidî dubara nebin qurbaniyên fermanê bi taybet jî di qada diplomasiyê de pêwîstiya me bi xwe bi perwerdekirinê heye.”
 
‘Em ê bi riya diplomasiyê doza xwe bi her kesî re parve bikin’
 
Berdevka Meclîsa TAJÊ’ê ya Şengalê Emşê Elî jî diyar kir ku armanca wan a vê perwerdeyê danasîna kar û xebata jinên êzidî ye û wiha got: “Perwerdeya me 7 rojan berdewam kir. Di perwerdeyê de TAJÊ, YJŞ û PADÊ  amade bûn. Armanca me jî ew e ku em hîn xwe pêş bixînin û bi her kesî re jî xwe bidin naskirin.”
 
Xwerêxistinkirina jinê
 
Berdevka Meclîsa TAJÊ  ya gundewarê Şengalê Zozan Simo jî diyar kir ku ev perwerdeya yekemîn a diplomasiyê ji bo bihêzkirina îradeya jinên Êzidî gavek girîng e û wiha axivî: “Ev perwerdeya yekemîn ya diplomasiyê ji bo jinên Êzidî tê dayîn. Em li ser fikir û ramana Serok Apo xwe perwerde dikin. Em dixwazin ku li her derê mafên xwe weke jinên Êzidî daxwaz bikin û tola êş û zilma me ji destên DAÎŞ'ê dît bi saya xwerêxistinkirinê bigirin."