Têkildarî giliyê ji bo ferzkirina lêgerîna tazî, biryara neşopandinê

  • 11:46 28 Çile 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî ya li ser rojnamegerên jin, li Serdozgeriya Komara Enqereyê gilî hatibû kirin. Lê belê Serdozgeriya Komara Enqereyê derbarê vê yekê de biryara neşopandinê da û îtiraza derbarê neşopandinê de jî red kir. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de di 29'ê Cotmeha 2022'yan de Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrivan Altan hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Jinê ya Sîncanê. Li vir lêgerîna tazî li ser Bêrîvanê hatibû ferzkirin. Her wiha lêgerîna tazî li ser Nûçegîhana JINNEWS'ê Derya Ren jî hatibû ferzkirin. Li ser vê yekê jinên rojnameger li Serdozgeriya Komara Enqereyê gilî kiribûn.  Lê belê Serdozgeriya Komara Enqereyê derbarê vê yekê de biryara neşopandinê da. 
 
Îtiraza li dijî redkirinê ya Bêrîvan Altan a li 2'yemîn Dadgeriya Cezayê Sulhê hat redkirin.