Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' dewam dike

  • 11:11 28 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kirin, di roja 133’yemîn de dewam dikin.
 
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nerazîbûnên dijî desthilatdariya Îranê bê navber dewam dike. Duh li gelek herêmên Beluçistan çalakiyên berfireh hatin lidarxistin. Li seranserê welatên Ewropayê jî piştgiriya ji bo xwepêşandanên Rojhilat û Îranê dewam dikin.
 
Duh komek çalakvanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bang li her kesî kirin da ku di 30-31’ê Çile û 1’ê Sibatê de dakevin kolanan û nerazîbûnên giştî li dar bixin. Li gorî bangên di torên medyaya dîjîtal de hatine belavkirin, bang li her kesî tê kirin da ku di nava wan 3 rojan de dakevin kolanan û xwepêşandanan bikin.
 
Komek xwendevanên zanîngeha Tahranê, derbarê êrişên hêzên Îranê yên bi ser malbatên wan de, daxuyaniyek belav kirin. Xwendevanan êriş şermezar kirin û bang li hemû xwendevanan kirin da ku li dijî zextên rejîmê rawestin. Di daxuyaniya xwendevanan de tê gotin; “Em dikevin meha pêncem ya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi pêşengiya jinan dest pê kir û berxwedana şoreşgerî da me. Dikarin êşê bidin me, lê nikarin şoreşa azadiya jinan bi me bidin rawestandin û bêdeng bikin. Ji ber ku ev şoreş di mejî û rihê gelên azadîxwaz de cihê xwe girtiye.”
 
Duh li Zahîdan a navenda parêzgeha Sîstan û Beluçistanê xwepêşandan û çalakiyên berfireh hatin lidarxistin. Tevî hêzek zêde li wan herêman hatibû bicihkirin, lê xelk daketin kolanan. Gorî agahiyan hêzên Îranê êrişî çalakvanan kirine û di encamê de birîndar hene. Li bajarê Êze yê Xozistanê jî bi sedan kes tevlî merasîma çileya Hisên Seîd bûn û merasîm vegeriya çalakiya li dijî desthilatê. Li bajarê Ehwazê jî ciwan daketin kolanan û agir pêxistin.
 
Duh Rêxistina Mafê Mirovan bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan heta niha, karîne nasnameya 488 kesên ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, piştrast bikin. Hate gotin ku ji wê hejmarê 64 zarok in. Li gorî rêxistinê nasnameya 107 kesên ji ber tevlî xwepêşandanê bûne û cezayê darvekirinê bi ser wan de hatiye birîn jî, hatiye eşkerekirin.
 
Piştgiriya ji bo serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li seranserê welatên Ewropayê jî dewam dike. Tê payîn îro jî gelek çalakî li welatên Ewropayê bên lidarxistin.