Serdanên Delegasyona navnetweyî yên Enqerê bi dawî bûn
- 16:15 27 Çile 2023
- Rojane
ENQERE - Serdanên Delegasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîdê yên li Enqereyê bi dawî bûn. Heyeta ku li wir serdanên xwe qedandin, dê biçe Stenbolê û beşdarî foruma ku dê li wir bê lidarxistin bibe.
Ji 7 welatan bi giştî 36 hiqûqnas, rojnameger û akademîsyenan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ava kirin û hatin serdana Tirkiyeyê. Xebatên delegasyonê yên li Tirkiyeyê didomin. Di roja 3’yemîn a hevdîtinan de endamên delegasyonê yên li Enqereyê ji ewil tev li daxuyaniya li Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) hatiye dayîn bûn. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Eren jî te li daxuyaniyê bûn.
Serdana ÇHD'ê kirin
Endamên Delegasyonê ku di serî d e çûn serdana Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD). Di civîna li ÇHD’ê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rewşa agahînegirtinê û zextên li ser parêzeran hatin nirxandin.
Di civîna li Hiqûqa Civakî de jî parêzeran qala zextên li ser parêzeran tên kirin û astengiyên pê re rû bi rû dimînin vegotin.
Çûn serdana TBB'ê
Şandeya delegasyonê piştre jî derbasî Navenda Mafên Mirovan a Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) bû û tevli civînê bû. Sekreterê Giştî yê Navenda Mafên Mirovan a TBB’ê Ozan Ergul jî tevli civînê bû. Civîn ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin.
Endamên delegasyonê ku serdanên xwe yên li Enqereyê qedandin ji bo tevli formê bibin derbasî Stenbolê bûn.