Cenazeyê Raîfe ya YJA STAR’î dê li Wanê bê definkirin

  • 15:47 27 Çile 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Di encama operasyona ku li Bestayê hat destpêkirin de 6 şervanên YJA STAR’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata Raîfe Kûtlak ya ku yek ji wan şervanan bû cenzeyê keça xwe girt.
 
Di çarçoveya operasyonên li herêma Bestayê de, di 22’yê Çileyê de 6 şervanên YJA STAR’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê şervanên ku di encama operasyonê de jiyana xwe ji dest dan rakiribûn morga nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê. 
 
Di 25’ê Çilê de cenazeyê şervanên  YJA STAR’ê Gulnaz Ocal û Hamdiye Tekbîdak li Wanê, Leyla Saîn jî li Dihê ya Sêrtê hatibû veşartin.
 
Îro jî cenazeyê şervana YJA STAR'ê  Rahîfe Kûtlak ku ji aliyê malbatên wê ve ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin ji bo defnkirinê birin Wanê. Hat ragihandin ku cenazê şervaneke din jî  ji bo bê tespîtkirin li morgê tê ragirtin.
 
Her wiha tê payîn ku cenazeyê Evîn Encû ya YJA STAR'ê ku li nexweşxaneyê tê ragirtin jî ji aliyê malbatê ve bê wergirtin.