Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike

  • 12:05 27 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi şêweyên cuda cuda berdewam in. Di şeva ji beriya Înîya Zahîdanê de li bajêr hewayek tund a leşkerî hebû. Ji bo piştgiriyê li Kanada beşek ji rêya beramberî balyozxaneya Îranê navê Jîna Emînî lê tê kirin.
 
Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatî qetilkirin, dest pê kirin 4 meh zêdetir li pey xwe hiştin. Tevî kuştin, girtin, cezayên darvekirinê, îşkence, gulebaranên raste rast û şîdeta hêzên dewleta Îranê, çalakiyên gelên li Rojhilat û Îranê bi awayên cuda cuda berdewam in.
 
Duh li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi şêweyên cuda cuda çalakiyên li dijî desthilatdariyê berdewam bûn. Li bajarê Kamiyaran malbata xwepêşanderê jiyana xwe ji dest dayî Fuad Mihemed û beşek ji çalakvanên bajêr çûn ser gora Fuad Mihemed û bi bîr anîn.
 
Hevsera Fuad Mihemed Suheyla Îbrahîm li ser gora wî ragihand ku hevserê wê li dijî hejarî û zilmê bû, li ser vê rêyê jiyana xwe ji dest da û xelkê Kamiyaran tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin.
 
Li Rojhilatê Kurdistanê gavên girtin û binçavkirina welatî û çalakvanan berdewam e. Li bajarên Mihabad, Sine, Merîwan, Ciwanro û hinek bajarên din ên Rojhilat gelek çalakvanên sivîl hatine binçavkirin.
 
Her wiha duh li bajarê Êzey yê parêzgeha Xozistanê tevî rêgiriyên hêzên dewleta Îranê, merasîma çileya Mihemed Ehmedê ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dayî hat lidarxistin. Piştre merasîm vegeriya çalakiya li dijî desthilatdariyê.
 
Li heman bajarî ango bajarê Êzey dadgehê bangî dayik û bavê Kiyan Pîr Felek zaroka ku di xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest dayî, kirin. Dayika Kiyan Pîr Felek ji beriya niha mamostayê peymangehê bû û ji kar hat dûrxistin, her wiha bavê Kiyan Pîr Felek jî birîndar e û hîna sax nebûye û li ser cih e.
 
Duh li bajarê Zahîdan navenda parêzgehên Sistan û Belucistanê, ji bo rêgirî li xwepêşandanên Îniya Zahîdanê were kirin, hewayek tund a leşkerî li ser bajar de hat sepandin û hêzeke mezin a leşkerî li nava bajar û derdorê bajar hat bicihkirin.
 
Ji destpêka xwepêşandanan ve ango 4 meh in her roja îniyê welatiyên Beluc dadikevin kolanan û xwepêşandanên mezin li dijî desthilatdariyê li dar dixin.
 
Li gel berdewambûna xwepêşandan û çalakiyan, duh karkerên hinek kargehên mezin ên Îranê li dijî rewşa xirab a jiyanê û paşxistina belavkirina mûçeyan çalakî li dar xistin.
 
Di heman demê de karkerên bi peyman ên neftê gef xwarin ku ji bo pêkanîna daxwazên xwe û başkirina rewşa jiyana xwe wê dakevin kolanan.
 
Li derveyî Îranê, her ku diçe hevsoziya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zêdetir dibe. Şarewanê paytexta Kanadayê Ottawa’yê biryar da ku beşek ji rêya beramberî balyozxaneya Îranê bi navê Jîna Emînî bi nav bike ku bûye sembola Serhildanê.