Li Denîzliyê 26 tax xistin bin karantînayê

  • 20:46 26 Çile 2023
  • Rojane
DENÎZLÎ - Li taxa Acipayam li du taxan li ser sewalan re nexweşiya şap hat tespîtkirin û piştî vê 26 tax xistin bin karantînayê.
 
Li navçeya Acipayam a Denîzliyê li du taxan nexweşiya şap hat tespîtkirin û pitşî vê 26 gund kirin bin karantînayê.  Piştî nexweşî derket holê li bazara walan a navçeyê biryara karantînayê hat girtin, li herêmê xebata dermankirinê hat destpêkirin.
 
Di daxuyaniya şaredariya Acipayam de wiha hat gotin: “Ji ber nexweşiya şap a li Apa û Kuzoeren hatiye dîtin,  taxên Apa, Ovayurt, Yassihoyuk, Alattîn, Oguz, Kirca, Aşagi, Çamlik, Gedîklî, Yenî, Yukari, Ucari, Karahoyuk, Avşar, Yeşîlyuva, Kuyucakuzoren, Dedebagi, DAriveren, Alîveren, Eskîkoy, Keleçi, Akşar, Guney, Çakir, Bogazdere, Hacikurtla ketine bin karantînayê û ji bilî serjêkirinê ketin û derketina sewalan qedexe bûye.”