Endama KNK'ê, têkoşer Kiwêstan Dawudî koça dawî kir

  • 12:52 26 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di danê sibehê de Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) têkoşera Kurd Kiwêstan Dawudî ji ber nexweşiya penceşêrê li parêzgeha Silêmaniyê  jiyana xwe ji dest da. Tecrubeya Kiwêstana ya li dijî monarşî ango mîrîtiyê hebû.
 
Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkoşera Kurd Kiwêstan Dawudî, di danê sibehê de ji ber nexweşiya penceşêrê li parêzgeha Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.
 
Kiwêstan Dawudî di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Çalakvanek siyasî û yek ji jinên têkoşer bû ku piştî şoreşa Îranê ya 1979’an tevlî nava refên têkoşînê bûbû. Her wiha tecrubeya wê ya li dijî monarşî ango mîrîtiyê hebû.
 
Ji aliyê her du desthilatdarên paşatî û Komara Îslamê ve êriş û îşkence li jina têkoşer Kiwêstan Dawudî tê kirin. Kiwêstan Dawudî xwedî berxwedan û têkoşînek bêhempa bû.
 
Kiwêstan Dawudî ku çend sal bû endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê bû û her wiha di aliyê dîplomasiyê de jî xebat dikir. Li her beşek yê Kurdistanê ku derfetê têkoşînê lê hebû, bê ku sînorên hatin ferzkirin bibîne, ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn kir.