Ji parlementerên HDP’ê li dijî tecrîdê banga têkoşîna hevpar

  • 12:37 26 Çile 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Di çalakiya nobetê ya parlamenterên HDP'ê de îro ev peyam hat dayîn: “Em bang li hemû hêzên demokrasî û mûxalefeta civakê dikin ku li dijî polîtîkayên AKP’ê bi hev re têbikoşin. Em bi têkoşîna hevpar re dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, divê di zûtirîn demê de dawî bibe.”
 
Çalakiya nobetê ya parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja 26’emîn de ye. Parlementer Şevîn Coşkûn, Hasan Ozgûneş, Kemal Pekoz, Îmam Taşçier, Muazzez Orhan û Mûrat Sarisaç beşdarî çalakiyê bûn. Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn di çalakiyê de axivî. 
 
Axaftina Şevîn wiha ye: 
 
"Çalakiya me ya li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 26’emîn de didome. Birêz Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve bi awayekî sîstematîk di bin tecrîde de ye. Ev 22 meh in agahî ji rêzdar Ocalan û ji 3 girtiyên din nayê wergirtin. Serlêdanên malbat û parêzeran bêbersiv tên hiştin. Serlêdanên hevserokên me yên giştî û parlementerên me jî bêbersiv hatine hiştin.”
 
Gelo Girtîgeha Îmraliyê ne di nava sînorên Tirkiyeyê de ye? Birêz Ocalan û 3 mehkûmên din jî weke hemû girtiyên din xwedî maf in. Lê mafên wan bi awayekî kêfî tên astengkirin. Beriya niha hincetên xirabûna koster û avhewa didan pêş. Di demên dawî de di bin navê cezayê disîplînê de bi hincetên kêfî hewl didin bêhiqûqiya li Îmraliyê veşêrin. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Hûn nikarin vê bêhiqûqiyê bi ewarekirinê re veşêrin. Ji ber ku em ê vê bêhiqûqiya heyî û tecrîda li Îmraliyê li her derê eşkere bikin.
 
Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome. Em cardin berpirsiyarî û erkên Wezareta Edaletê bi bîr dixin. Demildest dawî li tecrîdê bînin ku jixwe tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji ber ku Girtîgeha Îmraliyê di nava sînorên Tirkiyeyê ye. Eger li wê derê hiqûqekî cuda were pêkanîn, divê ev yek were eşkerekirin. CPT serdana girtîgehê kir û parêzerên birêz Ocalan ragihand ku Ocalan hevdîtin qebûl nekiriye. Ev yek îşareta pirsgirêkek ciddî ye. Îro li nav civakê fikarên ciddî li ser tenduristî  û ewlehiya rêzdar Ocalan heye. Erka Wezareta Edaletê ye ku van fikaran ji holê rake. Divê astengiyên li pêşiya parêzeran werin rakirin û di zûtirîn demê de hevdîtin pêk were. Ji ber ku pêwîstiya gelên Tirkiyeyê bi peyama aştiyê yên Abdullah Ocalan heye.
 
Em bang li hemû hêzên demokrasî û mûxalefeta civakê dikin ku li dijî polîtîkayên AKP’ê bi hev re têbikoşin. Em bi têkoşîna hevpar re dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, divê di zûtirîn demê de dawî bibe.”