Parêzer Emma Persîchettî: CPT divê gavên pêwîst bavêje

  • 09:26 26 Çile 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin  
 
AMED - Parêzer Emma Persîchettî di nav Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê de cih digire, diyar kir ku di hevdîtinan de hat dîtin ku li dijî CPT bêbaweriyek heye û got: "Divê CPT li hember vê bêbaweriyê di gavên pêwîst bavêje. Bidawîkirina tecrîdê ji bo têkoşîna Tevgera Kurd sembolek e."
 
12 kesên ku di Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji 36 kesên ji 7 welatan pêk tê, di navbera 25-27’ê çileyê de li Amedê hevdîtin pêk bînin. Lijneya ku ji 12 kesan pêk tê duh bi parêzer û malbatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar hevdîtinek kirin. Hevdîtinên lijneyê dê îro jî li sazî û dezdehan de berdewam bike. Di hevdîtinên ku duh pêk hat de li ser tecrîdê nirxandin hatin kirin û malbatan bal kişand ser bêndegiya CPT’ê yê.    
 
Parêzer Emma Persîchettî ya ku ji Romayê hatiye û di nava lijneyê de cih digire, ji ajansa me re axivî.
 
‘Tecrîda girankirî em wek binpêkirina mafê mirovan dibînin’
 
Emma, destnîşan kir ku ew ji rêxistinek ji Îtalyeyê tevlî bûne û got bi serdana ku dikin ve pêvajoyê gelek baş ber bi çav digirin û li ser vê yekê dê rapor amade bikin.  Emma, bi lêv kir ku ew tecrîd wek binpêkirina mafê mirovan dibînin û diyar kir ku ew di çarçoveya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de vê yekê dinirxînin. Emma, daxuyand ku ji bo tecrîdê heta niha tu serlêdan nekirine û got: “Lê belê em ê pêvajoyê ji nêz be bişopînin. Em niha hewl didin pêvajoyê fêm bikin û her wiha em ê şopdarê vê pêvajoyê bin jî. Ev vê yekê binpêkirina mafekî giran dibînin. Lê belê em di wê baweriyê de ne ku Ewropa di vê hişyariyê de ye. Tirkiye îro biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk nayne û em vê yekê jî di çarçoveya binpêkirina mafên mirovan de dinirxînin.”
 
‘Divê CPT gavên pêwîst bavêje’
 
Emma, da zanîn ku di serdanên ku pêk hatin de malbatan bi taybetî bal kişandiye li ser bêbaweriya li dijî CPT’yê û wiha axivî: “Divê CPT li hember vê bêbaweriyê gavên pêwîst bavêje. Divê em li ser tiştên ku divê di perspektîfa navneteweyî de bên kirin nîqaş bikin.” Emma, her wiha destnîşan kir ku rakirina tecrîda li Girava Îmraliyê ji bo wan gelek girînge û got ku bidawîkirina tecrîdê ji bo têkoşîna tevgera Kurd sembolek e.
 
‘Em ê di nava yekîtiyê de bin’
 
Emma, di axaftina xwe de bal kişand ser serdanên xwe yên Amedê û wiha pê de çû: “Her çixwasî ji destê me bê em ê di nava yekîtiyê de bin û ji bo vê yekê bixebitin. Em li vir in da ku fêm bikin dema ku em vegerin welatên xwe em dikarin li ser vê yekê çi bikin. Piştî ku em vegerin welatê xwe dê xebatên me bidomin.”
 
‘Xebatên me dê bidomin’
 
Emma, di dawiyê de got ew ê şopdarê vê rewşê bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku em vegeriya welatên xwe em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê bi taybetî balê bikişînin li ser tecrîdê û li ser vê mjarê xebatên xwe bimeşînin. Em ê li welatê xwe jî vê bêhiqûqiyê bînin ziman. Ji ber vê yekê ez gelek kêfxweşim ku îro li vê derê me û bi saziyan re hevdîtinê dikim. Hêviya me ew e ku em li vir demek baş derbas bikin. Elbet xebatên me yên li ser vê yekê dê bidomin.”