ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2023'YA

  • 09:00 26 Çile 2023
  • Rojev
 
*Endama Kongreya Star Sara Ellî Xelîl a bû şahida şoreşa Kobanê da zanîn piştî şoreşê ji bo jinê serkeftinên mezin çêbûn û wiha got:" Ji bo şoreş pêk were me gav bi gav xwe amade dikir. Ew hewldanên di bin wan şert û mercan de pêk dihatin xwedî girîngiyek mezin e. Kobanê ji ber têkoşîna jinê û yekîtiya gelan bi bin neket." DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê ya Rihayê Hamîde Goktaş diyar kir ku li dijî bêcezahiştin û xelatkirina kiryaran dê li qadan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz bikin. Rêvebera HDP’ê ya Pîrsûs Feryal Gokkan jî da zanîn ku ji mirinê natirsin û got: "Kijan jin têkoşînê dide yan tê qetilkirin, an tê windakirin û an jî di nava çar dîwaran de tên girtin. Lê li dijî şerê taybet em ê bi têkoşîna xwe bi ser kevin." BI DÎMEN 
 
* Girtiyên 20 roj zêdetire di hucreyên ku mirov nikarin têde bijîn de dimînin, name şandin Baroya Îzmîrê û behsa pêkanînên dijmirovahiyê kirin û piştgiriya hiqûqî xwestin.
 
*Roza Tuma da zanîn ku divê zarok li cihên ku mezin dixebitin neyên xebitandin û di qadên ku dikarin jiyana xwe bidomînin de cih bigirin. Roza wiha got: “Divê em ji zarokan re qadên ku dikarin lê bimînin biafirînin û vekin. BI DÎMEN 
 
*Parezêr Aycan Îrmez, diyar kir ku pirsgirêkên jinan biçûk tên dîtin, nîqaşkirina vantê astengkirin û got: “Di rojevê de divê mijara yekser ewlehiya jiyan be. Ji ber ku di vê pêvajoyê de jin ne di ewleyê dene. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê jî qirkirina jinê pêk tê û ev qirkirin jî tê rewakirin.”DÎMEN HEYE
 
* Parêzer Emma Persîchettî di nav Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê de cih digire, diyar kir ku di hevdîtinan de hat dîtin ku li dijî CPT bêbaweriyek heye û got: "Divê CPT li hember vê bêbaweriyê di gavên pêwîst bavêje. Bidawîkirina tecrîdê ji bo têkoşîna Tevgera Kurd sembolek e." BI DÎMEN