Ji Derya Yanik parastina H.G.K: Me berpirsyariyên xwe anîn cih

  • 19:55 25 Çile 2023
  • Rojane
ENQERE- Wezîra Xizmetên Malbatî û Civakî Derya Yanik der barê destdirêjiya zayendî ya sîstematîk a li H.K.G hatiye kirin axivî û îdia kir ku berpirsyariyên xwe anîne cih.
 
Wezîra Xizmetên Malbatî û Civakî Derya Yanik di bernameyeke li Enqereyê de der barê mijara ku yek ji damezrînerên Weqfa Hîra Nur Yusuf Ziya Gumuşel ku keça xwe ya 6 salî bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicandibû axivî. Yanik îdia kir ku ji roja H.G.K ku destdirêjî lê hatibû kirin serlêdan kiriye şûnde hemû berpirsyariyên xwe anîne cih û di pêvajoya dozê de ewlehiya wê jî girtine. 
 
Tevî serlêdan du sal berê hatiye kirin wezîr Derya Yanik îdia kir ku agahiya wan tunebû û rexneyên hatine kirin jî ne di cih de ne.