Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe şahidê veşarî peyda kir

  • 16:12 25 Çile 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Dozgerê ku ketiye pey hewldana peydakirina delîlên ji bo qutkirina alîkariya xezîneyê ya HDP’ê, serî li îfadeyên şahidê veşarî ku di çarçoveya lêpirsînek din de cih digire. 
 
Li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di çarçoveya doza girtina HDP’ê de hesabê alîkariya xezîneyê yê partiyê bloke kiribû. Piştî biryara blokeye dadgeha bilind ji bo ku dozger delîlan peyda bike wext veqetandibû. Serdozger Bekîr Şahîn ji bo ku delîl pêşkêşî dosyeyê bike serî li rêbazek din da û hewl dide alîkariya xezîneya HDP’ê were qutkirin. Serdozger serî li îfadeyên şahidê veşarî ku derbarê 16 rojnamevanên kurd de 7 meh in li Amedê girtî dabû de wek delîl pêşkêşî dosyeyêk kir. 
 
Di nav delîlên ku dozger pêşkêşî dadgehê kir de li gel îfadeyên li ser rojnamevanan, her wiha îfadeyên şahidek din ê veşartî ku derbarê parlamenterên HDP’ê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de îfade dabû de cih digirin. 
 
Peymanên bi şîrketên prodiksoyonê re sûc hat dîtin
 
Şahidê veşartî ku îfadeya wî di derbarê astengkirina alîkariya xezîneyê ya HDP'ê de hat girtin, di axaftina xwe ya CV23 de, şîrketên produksiyên ên ku HDP'ê ji bo xebatên hilbijartinê bi wan re peyman çêkirine krîmînalîze kir û peymanên bi van şîrketan re weke "veguheztina pereyan ji bo PKK'ê" nîşan da. . Hêjayî bibîrxistinê bû ku şahidê veşarî ku di dosyayên rojnamegerên girtî yên Amedê de tunebû, bi girêdana bi dosyaya rojnamegeran re weke delîl pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn hat kirin.
 
Parêzerên HDP'ê ev yek weke hewldana derxistina "delîlên derew" ênji bo AYM'ê nirxandin.