Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin

  • 13:27 25 Çile 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna doza rojnamevan Ayşegul Dogan ku bi “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, ji ber ku şahid neamade bû, hat taloqkirin.
 
Rojnamevan Ayşegul Dogan ji ber ku nûçeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) şopandibû bi hinceta xebata KCD’ê kiriye bi îdiaya “endama rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin. Ceza li Dogan hatibû birîn û Dadgeha Îstînafê vî cezayî xera kiribû. Piştî biryara xerakirina ceza danişîna doza Dogan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ayşegul û parêzerên xwe tevli danişînê bûn. 
 
Parêzer Cabbar Leygara wek şahid di danişînê de hat guhdarîkirin. Cabbar diyar kir ku ew Ayşegul Dogan wek rojnamevan nas dike û nizane ka di nava KCD’ê de xebat kiriye an na. Endamê Meclia Daîmî ya KCD’ê yê berê Edîp Yaşar jî wek şahid hat guhdarîkirin û Edîp Yaşar got ew Ayşegul Dogan wek rojnamevan nas dike û nayê bîra wî ka Ayşegul Dogan xebata KCD’ê kiriye an na. 
 
Piştî guhdariya li şahidan, dozger biryar da ku li şahid Mehmet Baysal jî bê guhdarî kirin û qedexeya derketina derveyî welat a derbarê Ayşegul Dogan de berdewam bike. 
 
Parêzeran diyar kir ku piştî li hemû şahidan were guhdarîkirin dê parastina miwekîla xwe bikin. 
 
Heyeta dadgehê biryara li şahidê din jî bê guhdarîkirin û berdewama kontrola tedbîra edlî ya derbarê Ayşegul de da û danişînê taloqî 6’ê adarê kir.