ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 25 Çile 2023
  • Rojev

*Hevseroka Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî û rojnamevan Nehîr Pale ya şahida şoreşê ye û di nav de cih girtiye têkildarî 8’emîn salvegera rizgariya Kobanê wiha gotin:"Seferberiya Kobanê hîna berdewam e. Êriş ranewestiyane û tucarî berxwedana me jî wê raneweste. Şoreşa Kobanê berdewam e." DÎMEN HEYE

 
Aktîvîsta kurd a rojhilatê Kurdistanê Tara Fatehî diyar kir ku li Îranê hemû nasname bi daxwaza demorkasiyê daketin kolanan û got: "Di dema 43 sal desthilatdariya hikûmeta Îranê de kaosa derketiye holê nikare bê reforme kirin. Têkçûna hikûmeta Îranê ne tenê ji bo gelê Îranê ji bo hemû cîhanê wê baş be." BI DÎMEN 
 
*Endama Komîsyona Jinan a OHD’ê Canan Kaya da zanîn ku li dijî parastina gumanbaran divê pêvajoyeke darazê ya ku jinê û wekheviya zayenda civakî esas digire pêk bê û got wê ji salonên dadgehê bigirin heta qawişên girtîgehan, kolanan, destkeftiyên jinan biparêzin û têkoşînê bidomînin. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Nurdan Kiliç binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê nirxand û da zanîn ku cezayên dîsîplînê yên li hember jinan li gor zayendiyê tên kirin û ev jî tundî û tacîzê bixwe re tîne û got: "Bikaranîna camên ku bi fîlmên reş hatine pêçandin tê wateya îhlalkirina jiyana taybet. Em ji vê rewşê bi fikar in." BI DÎMEN 
 
* Li Kerboranê Pakîstan Demîr ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin. Sibehê 2’yemîn daneşîna dozê dê li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyadê bê dîtin. Parêzera malbata Pakîstan, Seher Acay, bal kişand ser girîngiya dozê û li bang hemû rêxistinên jinan kir ku xwedî vê dozê derbikevin. DÎMEN HEYE
 
*Danişîna yekemîn a Ahmet Babat ê ku li Sêgirkê Firdevs Babat qetil kiriye dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê were dîtin. (09.00)