Li Îranê 67 xwenekarên jin zehrî bûn
- 19:36 24 Çile 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 67 xwendekarên jin yên li Zanîngeha Seyyîd Jamuladdîn Esadabad ya bajarê Hamedan a Îranê dixwendin li yurda zanîngehê jehrî bûn.
175 xwendekarên jin yên li Zanîngeha Seyyîd Jamuladdîn Esadabad ya bajarê Hamedan a Îranê dixwendin jehrî bûn û herî kêm 67 heb rakirin nexweşxanê. Li gorî nûçeya NuJINHA xwendekarên hatin dermankirin piştî çend saetan hatine derxistin.
Li gorî vegotinên xwendekaran, sobeya gazê bûye sedema jehrîbûnê û gelek xwendekarên yurdê ji ber sobeya gazê şaş hatiye danîn ji ber monoksîta karbon jehrî bûne.
Berê jî li dibistanên Farzanjan a bajarê Erdebîl ji ber gazê herî kêm 70 mamoste û xwendekarî jiyana xwe ji dest dabû.