Malbata Firdevs Babat banga piştgiriyê kir

  • 17:54 24 Çile 2023
  • Rojane
ŞIRNEX -  Malbata Firdevs Babat a ku li bajarokê Sêgirkê ya Qilebanê ji aliyê Ahmet Babat ve hate qetîl kirin, ji bo runiştina yekemîn a sibê wê bê dîtin banga piştgiriyê kirin. 
 
 Li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebana Şirnexê cenazeyê Fîrdevs Babat a 17 salî ku di 18'ê tebaxê de li Qilabanê winda bûbû, li kêleka Çemê Hêzilê yê 15 kîlometreyan dûrî navçeyê di navbera du keviran de hatibû ditin. Bi aşkerebûna bûyerê re kujer Ahmet Babat hatibû girtin. Danişîna yekemîn a kujerê Firdevsê, Ahmet Babat wê sibêli 3’yemîn Cezayê Giran a Şirnexê were dîtin.
 
Malbata Firdevsê ji bo dozê banga piştgiriyê kirin û wiha gotin: “Firdevs tenê bi destê kesekî nehat qetilkirin.. Li gorî raporên otopsiyê  DNA’ya kesekê sêyemîn jî deket holê. Daxwaza me ji dozgeriyê ew e ku qeydên HTS’ê dîsa werin lêkolîn kirin û kesên gumnabar dîsa werin tespit kirin. Her wiha cihê bûyerê divê dîsa were lêkolîn kirin. İfadeyên Ahmet Babat ji serê hey dawiyê hemû derew in. Di îfadeya xwe de dibêje bi tenê serê xwe hemû bûyerê pêk anîye. Lê mala Ahmet Babat’ê ji cihê bûyerê 2 km dûr e. Di bûyerê de destê 3 kesan jî heye. Em bang dikin ku bila lêpirsin ji nûve were destpê kirin û kesên gumanbar werin ceza kirin. Em bang dikin ku bila hemû kes sibê di runiştinê de ligel me bin.”